Pêşnûmeya komkujiya Parîsê hat redkirin

  • 14:31 10 Çile 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşnûmeya lêkolînê ya ku HDP'ê têkildarî qetilkirina sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dabû meclîsê hat redkirin. 
 
Di salvegera qetilkirina sê jinên siyasetmedar ku di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê hatibûn qetilkirin ji bo ku komkujî zelal bibe HDP'ê pêşnûmeya lêpirsînê dabû meclîsê. Pêşnûmeya lêkolînê ji aliyê meclîsê ve hat redkirin. Di pêşnûmeya ku Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca dabû de hatibû xwestin ku komkujiya tê idîakirin ku ji aliyê Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) hatiye kirin derbarê wê de lêkolîn bê kirin. Pêşnûmeya lêkolînê ya ku Felekê da Serokatiya Meclîsê ji aliyê Lijneya Giştî ve hat redkirin.