Tifaqa Demokrasiyê coşa Adarê dibe 1’ê Gulanê

  • 09:05 1 Gulan 2022
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Siyasetmedaran diyarkirin ku îradeya ku gelan di 8’ê Adar û Newrozê de danîne holê wê bi coşek mezin bi Tifaqa Demokrasiyê di 1’ê Gulanê de jî bê nîşandan û gotin: “Em ê bi îrada Newrozê biçin 1’ê Gulanê. Em ê wî wêneyê ku AKP-MHP’ê nerehet dike carek din nîşan bidin.”
 
Sala 2022’yan ku krîza aborî û xizanî derket asta herî jor, karkeran bê navber berxwe dan. Li Stenbolê îsal wê pîrozbahî li Qada Maltepe be. Tifaqa Demokrasiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebata wê meşand û pêngava yekemîn di 18’ê çile de bi 7 partiyan re hat avêtin, di 1’ê Gulanê de wê bi daxwazên karker û kedkaran li eniyê cihê xwe birin.
 
Pêvajoyek dîrokî tê jiyîn
 
Berdevka Demî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca der barê mijarê de axivî û got: “Îsal  hem Tirkiye û hem jî cîhan di şertên taybet û awarte de diçin 1’ê Gulanê. Pir krîzî tê jiyîn. Ya aborî, civakî û siyasî. Di alî bindestan de pêvajoyek dîrokî tê jiyîn. Ji ber vê jî ev 1’ê Gulanê gelek girîng e. Li dijî gelan, baweriyan polîtîka şer tê meşandin. Di bin siya şer de em diçin 1’ê Gulanê. Di vê pêvajoyê de desthilatdariya siyasî her çiqas faşîzma xwe serdest bike jî, bi bendên hêza gel re tên rû hev. Divê hemû alî bi hêzek mezin biçin 1’ê Gulanê.”
 
‘Divê pêşiya 1’ê Gulanê bê vekirin’
 
Perîhanê bi lêv kir ku li seranserê welat berxwedanên karkeran hene û 8’ê Adar û Newrozê pêşya hemû aliyên civakî vekiriye û wiha dawî lê anî: “Gelê Kurd bi salan e li dijî polîtîkayên şer û faşîzmê tê dikoşin. Em niha diçin 1’ê Gulaneke xurt. Ev 1’ê Gulanê ji bo hemû aliyan gelek girîng e. Ji ber desthilatdariya siyasî rêbazên ji krîzê derketin bi gelek aliyan pêk tîne. Vekirina pêşiya 1’ê Gulaneke xurt berpirsyarî û peywira gel e. Em ê her derê veguherînin 1’ê Gulanê.”
 
‘Bi îradeya Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve’
 
Endama MYK ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Sumeyye Kose jî destnîşan kir ku bersiva li dijî desthilatdariyê li kolanê bi piştevaniyê tê dayîn û wiha bi lêv kir: “Bloka faşîst a AKP-MHP’ê hemû hêzê bikar tîne û hewl dide gelan, ciwanan û jinan biçewisîne. Me jî dît ku ger ku em bibin yek û bersiva vê li kolanê bidin wê tu hêz li hember me nesekine. Coşa 8’ê Adarê çû Newrozê. Em ê bi îradeya Newrozê biçin 1’ê Gulanê. Bi mîlyonan kesên nikarin debara xwe bikin hene. Em behsa rastiyeke ku ji ber nikarin nan bibin mala xwe întîxar çêdibin dikin. Em li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi Tifaqa Demokrasiyê derdikevin pêş. Ev wê îradeyek damezrîner be. Em bang li hemû karker û kedkaran dikin ku ji bo daxwaza aştî û kedê bê bilindkirin divê 1’ê Gulanê de li qadan bin. Jiyanek wekhev û azad pêkane.”
 
Nokteya esas a têkoşînê 1’ê Gulan
 
Endama Partya Şoreşger Gamze Taşçi jî anî ziman ku jinên karker wek hêza kar a erzan tên bikaranîn û berxwedanên karkeran yên her diçin belav dibin 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û wê jî ev nirxandin kir: “Partiya me wê îsal bi dirûşmeya ‘Hêvî di sosyalîzmê de ye’ wê li qadan bin. Tifaqa Demokrasiyê ji bo me yekitiya li dijî faşîzma ATK-MHP’ê temsîl dike.  Partiyên din jî di xeta HDP’ê de hatin gel hev û berpirsyarî û peywir girtin. Agirê HDP’ê di Newrozê de pêxistiye li dijî binpêkirina Gelê Kurd, dagirkirinê têkoşînek mezin bû. Di vê nokteya ku têkoşînê de em di 1’ê Gulanê de têkoşînê bilindtir bikin.”