Encamnameya civîna Meclîsa HDP'ê hat eşkerekirin

  • 12:03 19 Nîsan 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Desthilatdarî, ji bo birçîbûn û xizaniya giran veşêre, dest bi operasyonan kir. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin."
 
Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku 17'ê nîsanê bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar pêk hat, hate eşkerekirin.
 
Di encamnameyê de hate ragihandin, ku krîzên piralî yên ku cîhan êsîr girtine, şerê hegemon ê hêzên emperyalîst girantir dike û işaret bi şerê li Rojhialta Navîn, Bakurê Efrîkayê û şerê li Ûkraynayê hate kirin.
 
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku kapîtalîzm her ku ji bo derbaskirina krîzê gavê diavêje, karker, kedkar û gel dieciqin û wiha bi lêv kir: "Em banga lezgîn dikin. Şerê Rûsya-Ûkraynayê divê tavilê bi dawî bibe, dawî li kuştina mirovan bê anîn."
 
Di encamnameyê de êrişên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih girt û wiha hat gotin: "Di atmosferekê de ku şerê Rûsya-Ûkraynayê dewam dike, desthilatdariya li Tirkiyeyê jî êrişên li ser Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kiriye. Êrişa leşkerî ya 'Kîlît Pençe' ku vê gavê li xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê tê kirin, yek ji wan êrişên zêdeyî 40 sal in têne kirin û çareseriya pirsgirêka kurd dixitimîne.
 
Desthilatdarî van operasyonan ji bo nixumandina krîza aboriyê, birçîbûn û xizaniyê bi kar tîne. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin. Ev şer ne ji bo welêt e, lê ji bo mayindebûna tifaqa AKP-MHP'ê ye. Welat û Rojhilata Navîn bi aştiya bi rûmet a li ser bingeha wekheviya gelan dikarin aram bibin."