5 jin ji bo komîteya navendê ya Hizba Şuî Kurdistan hatin hilbijartin

  • 12:01 31 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya 7'emîn a Hizba Şuî Kurdistan de ji bo komîteya navendê 5 jin hatin hilbijartin. 
 
Hizba Şuî Kurdistan di 27'ê Cotmehê de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi dirûşma "Azadî, Demokrasî, Mafê Tayinkirina Qedera Xwe û Sosyalîzm" kongreya xwe ya 72'yemîn pêk anî. Kongreyê 5 rojan dewam kir. 
 
Piştî hilbijartina komîteya navendê kongreya partiyê do bi dawî bû. 38 mêr û 8 jin ji bo komîteya navendê ya 21 kesî namzet hatin nîşandan. 
 
Di hilbijartinê de 159 endamên kongreyê dengên xwe bi kar anîn. Ji bo navenda Hizba Şuî Kurdistan 16 mêr û 5 jin hatin hilbijartin.