5 jin ji bo komîteya navendê ya Hizba Şuî Kurdistan hatin hilbijartin 2021-10-31 12:01:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya 7'emîn a Hizba Şuî Kurdistan de ji bo komîteya navendê 5 jin hatin hilbijartin.    Hizba Şuî Kurdistan di 27'ê Cotmehê de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi dirûşma "Azadî, Demokrasî, Mafê Tayinkirina Qedera Xwe û Sosyalîzm" kongreya xwe ya 72'yemîn pêk anî. Kongreyê 5 rojan dewam kir.    Piştî hilbijartina komîteya navendê kongreya partiyê do bi dawî bû. 38 mêr û 8 jin ji bo komîteya navendê ya 21 kesî namzet hatin nîşandan.    Di hilbijartinê de 159 endamên kongreyê dengên xwe bi kar anîn. Ji bo navenda Hizba Şuî Kurdistan 16 mêr û 5 jin hatin hilbijartin.