HDP: Îqtîdar û hevkarên xwe îro jî bi rêbaza 12'ê Îlonê tevdigerin

  • 11:26 12 Îlon 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Lijneya Navendî ya ya HDP'ê derbarê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 198'yî de ku 41 sal di ser re darbas bû de daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Dê têkoşîna gelan hevrûbûna bi zîhniyeta darbekar re pêk bîne."
 
Lijneya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 41'emîn Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi darbeyê re bi hezaran kes hatin girtin, îşkencekirin, darvekirin û bi awayê kiryar nediyar hatin windakirin û ev rêbaza qirkirinê îro jî di meriyetê de ye. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
 ''Aqilê îro yê darbeya 12'ê Îlonê û yê ku bi cih tîne îqtîdara AKP-MHP ye, ji bo dahatuya xwe ya siyasî, daxwazên ji bo pêkanîna edalet, azadî û aştiyê binpê dike, gavên ne kêmî rojên tarî yên 12'ê Îlonê davêje. Hemû gavên derhiqûqî ku darbekaran xeyala wê dikirin, îro ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve tên pêkanîn.''
 
Îtîdar û hevkarên wê yên aşkere û veşartî ku bi çaresernekirina pirsa kurd mekanîka darbeyê saz dikin hevkarên îro yên darbeya 12'ê Îlonê ne. Rêya jiholêrakirina hişmendiya darbeyê û mekanîka darbeyê ku ji bo gelan bûye şevreşk çareseriya demokratîk a pirsa kurd û avakirina jiyana nû ye.''