HDP: Îqtîdar û hevkarên xwe îro jî bi rêbaza 12'ê Îlonê tevdigerin 2021-09-12 11:26:38     ENQERE - Lijneya Navendî ya ya HDP'ê derbarê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 198'yî de ku 41 sal di ser re darbas bû de daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Dê têkoşîna gelan hevrûbûna bi zîhniyeta darbekar re pêk bîne."   Lijneya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 41'emîn Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi darbeyê re bi hezaran kes hatin girtin, îşkencekirin, darvekirin û bi awayê kiryar nediyar hatin windakirin û ev rêbaza qirkirinê îro jî di meriyetê de ye.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:     ''Aqilê îro yê darbeya 12'ê Îlonê û yê ku bi cih tîne îqtîdara AKP-MHP ye, ji bo dahatuya xwe ya siyasî, daxwazên ji bo pêkanîna edalet, azadî û aştiyê binpê dike, gavên ne kêmî rojên tarî yên 12'ê Îlonê davêje. Hemû gavên derhiqûqî ku darbekaran xeyala wê dikirin, îro ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve tên pêkanîn.''   Îtîdar û hevkarên wê yên aşkere û veşartî ku bi çaresernekirina pirsa kurd mekanîka darbeyê saz dikin hevkarên îro yên darbeya 12'ê Îlonê ne. Rêya jiholêrakirina hişmendiya darbeyê û mekanîka darbeyê ku ji bo gelan bûye şevreşk çareseriya demokratîk a pirsa kurd û avakirina jiyana nû ye.''