'Gelo stranên bi kurdî û gerandina govendê qedexe ne?'

  • 11:46 24 Tebax 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Ebru Gunay a HDP'yî lêpirsîna ku li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê derbarê 9 kesî de hat destpêkirin bir rojeva meclisê û got, "Gelo stanên bi kurdî û gerandina govendê qedexe ne?"
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay, derbarê lêpirsîna ku ji bo 9 kesên li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê ji ber "bi kurdî stran gotine" hatiye destpêkirin de pirsname da Wezîrê Edaletê Abuduhamît Gul.   
 
Ebru di pirsnameya xwe de diyar kir ku hatiye diyarkirin li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Hulya Uyanik Alokmen û Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok jî di nav de derbarê 9 girtiyên jin de ji ber ku govend gerandine û bi kurdî stran gotine lêpirsîn derbarê wan de hatiye destpêkirin. 
 
Ebru di pirsnameyê de xwest wezîr van pirsan bibersivîne:
 
"*Gelo hayê we pê heye ku derbarê 9 jinan de ji ber li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê stran bi kurdî gotine û govend gerandine lêpirsîn hatiye destpêkirin?
 
*Sedema qanûnî ya lêpirsîna ji ber strandin û gerandina govendê  çi ye? Stranên bi kurdî û gerandina govendê qedexe ne?
 
*Ji bo ku ev lêpirsîna hatiye destpêkirin bê îptalkriin tu hewldanên we hene?
 
*Ji bo cezayê kêfî yê dîsîplînê ku li girtiyan tê birîn tu hewldanê we yên lêkolînê hene?