'Gelo stranên bi kurdî û gerandina govendê qedexe ne?' 2021-08-24 11:46:38     ENQERE - Ebru Gunay a HDP'yî lêpirsîna ku li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê derbarê 9 kesî de hat destpêkirin bir rojeva meclisê û got, "Gelo stanên bi kurdî û gerandina govendê qedexe ne?"   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay, derbarê lêpirsîna ku ji bo 9 kesên li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê ji ber "bi kurdî stran gotine" hatiye destpêkirin de pirsname da Wezîrê Edaletê Abuduhamît Gul.      Ebru di pirsnameya xwe de diyar kir ku hatiye diyarkirin li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Hulya Uyanik Alokmen û Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok jî di nav de derbarê 9 girtiyên jin de ji ber ku govend gerandine û bi kurdî stran gotine lêpirsîn derbarê wan de hatiye destpêkirin.    Ebru di pirsnameyê de xwest wezîr van pirsan bibersivîne:   "*Gelo hayê we pê heye ku derbarê 9 jinan de ji ber li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê stran bi kurdî gotine û govend gerandine lêpirsîn hatiye destpêkirin?   *Sedema qanûnî ya lêpirsîna ji ber strandin û gerandina govendê  çi ye? Stranên bi kurdî û gerandina govendê qedexe ne?   *Ji bo ku ev lêpirsîna hatiye destpêkirin bê îptalkriin tu hewldanên we hene?   *Ji bo cezayê kêfî yê dîsîplînê ku li girtiyan tê birîn tu hewldanê we yên lêkolînê hene?