Salîha Aydenîz: Li dijî êrişan yekitî divê

  • 10:03 5 Tebax 2021
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bal kişand ser êrişên nîjadî ya li hemberî kurdan û got: "Li dijî êrişan divê kurd teqes yekitiya xwe ava bike."
 
Li Afyon, Enqere, Antalya û Konyayê li hemberî kurdan êrişên nîjadî zêdetir dibin. Di nav raya giştî de qetilkirina 7 ferdên malbatekî ya ku li Konyayê dijiya deng da û bertekek mezin hat nîşandan. Ligel êriş û qetilkirinan dewlet kujeran bi nedayîna cezayan xelat dike. Ev tişt dibe sedem ku êriş bêtir zêdebin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz ji ajansa me re êrişên nîjadî ya li hemberî kurdan nirxand û bal kişand ser girîngiya yekitiyê. 
 
Salîha, destnîşan kir ku pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê tên jiyin bi çareseriya pirsgirêka kurd dê ji holê rabe û got: "Heke pirsgirêka kurd bi rêbazên demokrasiyê çareser bibe dê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Îro li hemberî hemû kesên ku ne tirkin polîtîkayeke înkar û îmhayê tê meşandin. Ev polîtîka jî dibe sedema cudakarî û nîjadî ya di nava civakan de. Îqtîdara AKP'ê ji darbeya sala 1980'an heta îro polîtîkaya Tirk-Islam dimeşîne. Mijara esasî avakirina tirk-sunî û Islam e. Di sala 2015'an de AKP bi MHP'ê re li dijî kurdan tifaqek ava kir. Bi tifaqê re jî pirsgirêk kûrtir bû û êrişên nijadî zêdetir bûn."
 
'Li her parçeyan têkoşînek heye'
 
Salîha, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna kurdan a sedsalan û wiha axivî: "Bi taybetî jî di nav 40 salan de kurt têkoşîna hebûnê dide meşandin. Bi xwedîderketina çand, ziman, dîrok û erdnegariyê têkoşînek dide meşandin. Ne tenê li Tirkiyeyê, ji her çar parçeyên kurdistanê têkoşînek tê dayîn. Îro kurd bi têkoşîna xwe di nava navneteweyî de bû hêzek. Bi saya têkoşîna li Rojava li her deverê kurd tên nasîn."
 
'Bêçaretiya xwe bi êrişên nîjadî vedişerin'
 
Salîha, destnîşan kir ku sedemên şewatên ku li Ege û Marmarayê derketin diyar in û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber ku îqtîdar  êdî nikare dewletê birêvebibe û ji ber polîtîkayên rantê şewat ewqas berfireh bû. Îqtîdar niha bêçaretiya xwe bi polîtîkayên nîjadî ya li hemberî kurdan vedişere. Serokkomar, wezîrê karê hindûrin û hevparên wî ya biçûk li hemberî kurdan hebûna xwe ferz dike. Di 17'ê hezîranê de Denîz Poyraz hat qetilkirin, li Konyayê 7 kurd hatin qetilkirin, ev qetilkirina kurdan bi zanetî hat plankirin. Divê li dijî van qetlîaman têkoşîneke civakî bê meşandin. Di salên 80'i û 90'î de gundên bakurê Kurdistanê hatin valakirin, bi hezaran kurd hatin kuştin. Bi vê rêbazê daxwaz dikirin ku demografiya li vir biguherînin. Lê kurd li cihê ku çûn xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derket. Ev tişt kêrî îqtîdarê nehat. Ji ber vê sedemê jî polîtîkayên qetilkirin û cudakariyê dide meşandin." 
 
'Cezanedayîn wek polîtîkayek tê meşandin'
 
Qetlîma li Konyayê pêk hatî Salîha Aydenîz wiha nirxand: "Piştî hefteyek şûnde 10 kes hatin girtin. Lê belê dîmenên bûyerê hat aşkerakin, lê tenê dîmenê ku kujêr dema xwe diparast hat dayîn. Serê ewîl dîmen dan parêzer û medyaya alîgir, ev tişt helwesta dewletê nîşan dide. Li vir lîstîka qirêj derdikeve holê. Çawa ku welatî ji helîkopterê hatin avêtin û piştre rojnamegerên ku bûyer derxistin holê hatin girtin, çawa ku li Şirnex, Colemêrg û Wanê mirov li sînoran hatin qetilkirin û walî û qeymeqam nehatin cezakirin, niha jî heman tiştî dikin. Cezanedayîn wek polîtîkayeke tê meşandin. Carekdin endamê jîtemê Mûsa Çîtîlt şandin Amedê, armanc domandina qetilkirinê ye."
 
'Divê destkeftiyên kurdan bê parastin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha, diyar kir ku 200 sal in kurd ji bo statuyê hewl didin lê her demê astengiyek derdikeve û wiha axivî: “Ji sedsala 17'an heta îro kurd di nav xwe de behsa yekitiyê dikin. Bi taybetî jî di nav 200 salan de bi dehan caran kurd ji bo parastina statuya xwe, ji bo birêvebirina xwe di nav hewldanan de bu. Lê her tim bi astengiyan re rûbirû man. Ev tişt di esasê xwe de ji ber pêknehatina yekitiyê bû. Divê kurd pirsgirêkên ku di nava xwe de çareser bikin. Ji bo azadiyê têkoşînek tê dayîn. Îro gelek destkeftiyên kurdan hene. Ji bo parastina wan destkeftiyan divê yekitiya kurdan pêk bê." 
 
'Li dijî êrişan têkoşîna hevpar' 
 
Salîha Aydenîz, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna hevpar a kurdan û got: "Ez dixwazim 2 mînakên girîng bidim. Dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê hewl dan ku têkoşîna azadiya kurd ji holê rakin, lê belê li hemberî Komploya Navneteweyî, têkoşîneke hevpar hat dayîn û komplo têk çû. Mînaka duyem jî pêvajoya Kobanê ye. Bi DAIŞ'ê re xwestin dîzaynek bidin herêmê û ji ber vê êrîş birin ser Kobanê. Lê bi têkoşîneke hevpar û bi ruhe yekitiyê ev plansaziya hêzên hegemonîk têk çû. Ji ber vê sedemê jî divê îro li dijî êrîşên nijadî têkoşîneke hevpar hebe. Divê gel li dijî êrişan derkev û hesabê bipirse."