Hevseroka KNK'ê Zeynep: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

  • 14:53 26 Tîrmeh 2021
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Federal a Kurdistanê bang li hemû partiyên krud kir ku xwedî helwest bin.
 
Hevseroka Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad, derbarê operasyona der sînor a Tirkiyê ya di 23’yê Nîsana 2021’an li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest pê kir û xebatên xwe yên siyasî yên demeke li Herêma Federal a Kurdistanê bi rêve dibe de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Zeyenb, anî ziman ku di hevdîtinan de yên bi partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl re, wan tespît kirine ku ji bo yekîtiya neteweyî zemînek heye û got, "Em di wê baweriyê de ne ku bi berxwedana neteweyî, bi piştgiriya dost û parêzvanên azadiyê em ê êrişan û hewldanên dagirkeriyê têk bibin."
 
PEDK'ê bersîv neda
 
Zeyneb, têkildarî helwesta PDK'ê ya der barê hewldanên yekîtiya neteweyî de jî ev nirxandin kir: “Ji bo daxwaza me ya hevdîtina bi PDK'ê re hîn bersiv nehatiye dayin. Me hîn jî nekarîn bi nûnerên wan re hevdîtinê bikin. Ne bersiveke erênî ne jî neyînî nayê dayin. Divê ew bi xwe eşkere bikin bê çima bersivê nadin. Deriyê me li her partî û rêxistinê vekiriye."
 
'Pêdivî bi yekitiya netweyî heye'
 
Zeyneb, diyar kir ku du mehan wan li Başûrê Kurdistanê kar kir û wiha dewam kir:"Bi her awayî divê mirov li ber dagirkeran rabin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir niha bi yekîtiya neteweyî heye. Pirsgirêk dûrî ji şerê navxweyî divê li dora maseya danûstandinê bi rêya diyalogê bên qedandin û çareserkirin. Ji ber ku yekîtî û hevgirtin pêk nehatiye, eniyên parastina Kurdistanê lawaz dibin. Bi navê KNK'ê di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de me hewl da ku partiyên siyasî yên Kurd, fraksiyonên parlamenteran, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên Kurd bibînin."
 
Ji bo partiyên siyasî bang
 
Zeyneb Mûrad: ev bang li partiyên siyasî kir; “Partiyên Kurdistanê hemû, li dijî êriş û dagirkeriyê divê xwedî helwest bin. Di serî de jin û ciwan em bang li her kesên azadîxwaz dikin, ji bo pêşî li şerekî navxweyî bê girtin û dagirkeriya dewleta Tirk bê astengkirin, zextê li aliyên siyasî bikin."