Serpîl Kemalbay: Partiyên muxalîf di warê piştevaniyê de qels in

  • 09:02 26 Tîrmeh 2021
  • Ramyarî
 
Melîke Aydin
 
İZMİR - Serpîl Kemalbay a HDP'yî êrîşên nijadperest ên li heberî kurdan wekî encama zîhniyeta yekparêz a dewletê û berdewamiya hebûna wê ya milîtarîst ya ji aliyê îqtîdaran ve pêknase kir û got ku pariyên muxalîf di warê pêkanîna erka xwe de û piştevaniyê de qels dimînin. 
 
Li Konyayê di 21'ê Tîrmehê de di encama êrîşa nijaderestan de Hakîm Dal hat qetilkirin. Walîtiya Konyayê ku piştî bûyerê daxuyanî da, îda kir ku bûyer ne etnîk edlî ye. Lê malbata Hekîm  Dal jî dijberî walî diyar kir ku êrîşeke nijadperest e û Hekîm ji ber kudbûna xwe hatiye kuştin. Bertekên li hemberî van êrîşên her ku diçe zêde dibin. 
 
Parlamentera DHP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay derbarê êrîşên nijaderest de nirxandin kir.
 
'Zimanê nefretê hêzên desthilatdar pêş dixin'
 
Serpîl, got ku ev êrîş rasthatinin, li herêmê derfetên kar tune ne û karên heyî jî li gorî şêniyên herêmê nayên organîzekirin û ji ber vê jî şêniyên herêmê mecbûr dibin diçin li bajarên Tirkiyeyê dixebitin. Serpîlê anî ziman ku penaber û kurd li van bajaran wekî hêza kar a erzan tên diîtin, li welêt zimanê ku cudakariyê pêş dixe serdest e û berdewam kir, " Ji 7'ê Hezîrana 2015'an heta niha dixwazin gelan çavtirsandî bikin. Zimanê nerferetê ji aliyê serdestan ve roj bi roj tê pêşxistin. Ji ber vê jî êrîş zêde dibin. Li ser HDP'ê û îradeya Gelê Kurd a siyasî êrîş heye. Tenê hedef nîşan nadin, bi polîtîka û êrîşên li ser HDP'ê dixwazin ku HDP'ê ji bajarên Tirkieyê û ji siyaseta demokratîk dûr bikin. Ji ber vê jî bûyer yek ji yekê vedikevin."
 
'Divê îqtîdara siyasî berpirsiyariya êrîşan bigire ser xwe'
 
Serpîlê bal kişand ser dewleta kur ku Tirkiyeyê ber bi darbeyan û qetlîaman ve dihe û got ku Gelê Kurd û penaber di hedefê de ne. Serpîlê got ku bûyerên diqewimin nayên lêkolînkirin, kiryar nayên cezakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Qirkirin û êrîş tên înkarkirin." Serpîlê daxuyaniya Waliê Konyayê jî bi bîr xist û got, "Kesên ku van daxuyaniyan didin van êrîşan jî provoke dikin. Wekî her carê ne kesên ku êrş kirin yên mexdûr hedef tên nîşandan. Ev êrîşa nijadperest a çendemîn e? Gelê ev hemû rast hatinin. Çawa êrîşa li Hemberî Denîz Poyraz ne rasthatine ya li ser HDP'a Marmarîsê jî ne rasthatine e ûxw ev êrîş jî ne rasthatinin. Berpirsê van êrîşan îqtîdar e. Divê berpirsiyariya xwe zanibe."
 
'Kedkarên kurd dersînor kirin' 
 
Serpîlê anî ziman ku kedkarên kurd bi şandina bajarên wan re hatine dersînorkirin û berdewam kir, "Van kesên ku ji bo debarê tendirustiya xwe avêtine xeterê û di şert û mercên zahmet de hatine wekî kedkarên demsalî dixebitin, hin pereyê ku kom kirine jî winda kirin û hatin dersînorkirin. Serpîl wiha berdewam kir, "Em dibînin ku tu hevrûbûneke rastyeqîn tune ye. Herçend ku di dema hilbijartinan de di usluba muxaleftê de nerbûn hebe jî em dibînin ku di warê demokrasiyê de tu guhertin tune ye û helwesta îqtîdar û muxalefetê nêzî hev e.  Ev bûyer di encama zimanê nefretê de derdikevin holê û dem bi dem rayedar jî heman uslubê bi kar tînin."
 
'Divê muxaleft ji poltîkayên nefrtê xwe dûr bike'
 
Serpîlê wiha dawî li axaftina xwe anî, "Divê daxwaza guhertinê ya gelên li tirkiyeyê ji aliyê muxalefetê de jî bê dîtin. Dema ku Denîz Poyraz hat qetilkirin berteka ku muxalefetê nîşan da kêm ma. Divê muxalefet xwe ji zimanê nefretê dûr bigire. Li Cizîr, Pirsûs, Dîlokê komkujî hatin kirin. Dîrok bi bûyerên bi vî rengî tijî ye. Lê dema ku em rejîma yek mirovî têk bibin wê pirsgirêkên bi vî rengî nemînin. Divê partiyên muxalîf li dijî êrîşa nijadperest a li Konyayê helwesta xwe zelal bikin û bi zimanekî tund şermezar bikin."