Salîha Aydenîz: Rizgarî şikandina tecrîdê ye

  • 09:03 21 Tîrmeh 2021
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku hemû pirsgirêk û polîtîkayên şer bingeha xwe ji tecrîdê digire û got: “Me dît ku tevî wan polîtîkayên çewisandinê gelê kurd dev ji daxwaza xwe ya azadiyê, dev ji zimanê xwe û çanda xwe bernedaye. Divê em jî hemû gel têkoşînên xwe mezintir bikin. Em dizanin ku rizgarî, şikandina tecrîd û azadiya Birêz Ocalan e.”
 
Bi pêşengtîya Partîya Heremên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku di nav de HDP û TJA jî cih digire şandeyek nêzî 8 meh in serdana bajarên heremê û yên Tirkiyeyê dike û hevdîtînê gel re pêk tîne. Bi mijarên bi taybetî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsgirekên Tirkiyeyê hate berdewamkirin. Têkildarî serdanên ku pêk anîne Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
‘Em tax bi tax gund bi gund bi gel re civiyan’
 
Salîha di destpêka axaftina xwe de da bi bîr xist ku bi taybet ev 6 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî heye û destnîşan kir ku di roja îro de hemû kes di bin tecrîdekê de ye. Salîha got: “Îro hem gelên Tirkiyeyê û hem jî yên Rojhîlata Navîn di bin zilm û zordarîya dewleta tirk de ne. Di nav wê pêvajoyê de hemû tiştên ku pêk hatibûn girêdayî tecrîdê ye. Me jî wek şandeyek ku di nav de DBP, KCD, HDP û TJA cîh digirin li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bi gel re bername û hevdîtinan pêk anî. Heya niha me bi 10 cîhan bi gel re hevdîtinan pêk anî. Li hemû cihan me mal bi mal, gund bi gund, tax bi tax bi sazî û jinan re hevdîtin kir. Hemû mijar û niqaşên me jî li ser polîtîkayên ku îro tê qewimandin, polîtîkayên li ser tecrîd û polîtîkayên li ser qeyûmê ku tê qewimandin bû.  Her wiha em çawa dikarin xwe li dijî wan biparêzin nîqaşên me çêbûn.”
 
‘Hemû pirsgirêk bingeha xwe ji tecrîdê digire’
 
Salîha diyar kir ku tecrîdê di şexsê Ocalan de dest pê kir lê îro li hemû deveran tecrîdek giran tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji şewitandîna daristanan bigirin heta qeyrana aborî, polîtîkayên kuştina jinê û polîtîkayên qirêj ên şerên taybet girêdayî vê polîtîkayên tecrîdê ye. Ji ber ku îro pergal û desthîlatdarîya AKP-MHP’ê dixwaze sîstemek yek rengî û yek dengî ava bike. Ev pergal jî li ser polîtîkayên şer û polîtîkayên tunehesibandinê dixwaze xwe ava bike. Lewra me xebatên xwe li dijî van polîtîkayan da ber xwe. Ji ber ku em dizanin ku gel li hemberî van polîtîkayên qirêj in. Ji berê de sîyasetmedar û yên ku pêşengtî dikirin rastî van polîtîka û êrîşan dijminatî dihatin. Îro li ser hemû kesan wisa êrîş û zextek mezin heye. Yanî polîtîkayên wekî tundiya li dijî zarok û jinan, poltîtîkayên qetlîama jinan û polîtîkayên rûxandina xwezayê; polîtîkayên aborî polîtîkayên sîyasî ku wexta meriv dinirxîne dibîne ku bingeha xwe hemû li ser polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd digire.”
 
‘Pêvajo zêdetir gelê me nirxand’
 
Salîha anî zîman ku di hevdîtînan de daxwazên gel bi taybet hilweşandina faşîzmê û şikandina tecrîdê bûye û wiha pê dê çû: “Mixabin dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî çareserîyê neçareserkirinê re dixwaze xwe berdewam bike. Jixwe me li kîjan sazî û bajaran serdanên xwe kir hemûyan jî ev tişt digotin. Li ser neçareserkirinê tê xwestin qeyran û kaose ku li Tirkiyeyê tê jiyîn xwe kûrtir bike. Tevî van yekan desthilatdar dixwaze kurdên li gorî fikrîyeta xwe ava bike. Loma zêdetir êrîşên xwe mezin dike. Me di wan hevdîtînan de pêvajo nirxand lê pêvajo ji me zêdetir gelê me nirxand. Me ji wan xebatan gelek sûd girtin. Ango em çiqas bi gelê xwe re werin ba hev em ewqas têkoşînê mezintir dikin. Çiqas sîyasetê bikin civakî ew ê çareserîyek xurt bibe dê desthilatdara faşîst jî têk biçe.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’
 
Salîha bal kişand ser peyamên gel û got. “Hevdîtinên me  gelek bandorker û bi kêfxweşî derbas bûn. Me xebatên xwe tenê bi gundekî yan jî bi bajarekî re bi sînor nekir. Divê bi awayekî aşkere bê gotin dê bi têkoşînê faşîzmê têk biçe. Jixwe gel jî anî ziman ku çiqas desthilatdar faşîzma xwe zêde dike ewqas xuya dike ku qels bûye û li ber qedandinê ye. Peyama wan a herî bi cîh ê bingehîn mezinkirina têkoşînê bû.  Me dît ku tevî wan polîtîkayên çewisandinê gelê kurd dev ji daxwaza xwe ya azadiyê, dev ji zimanê xwe û çanda xwe bernedaye. Divê em jî hemû gel û rêxistin têkoşînên xwe mezintir bikin. Em dizanin ku rizgarbûyîn, şikandina tecrîd û azadiya Birêz Ocalan e.”