Ebru Gûnay: Divê hûn hesab bidin Gelê Kurd

  • 16:46 14 Tîrmeh 2021
  • Ramyarî
 
ŞIRNEX - Berdevk û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gûnay di 1’emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê ya Cizîrê de axivî û anî ziman ku Gelê Kurd tu carî bi polîtîqa û siyaseta qirêj a îqtîdara AKP û MHP’ê nexapiya ye û got: “Îktîdara AKP’ê dibêje pirsgirêka kurd tune ye. Lê bi kurdan re derdê wan heye. Divê hesab bidin Gelê Kurd.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP),  bi dirûşma “Bi rihê 14’ê Tirmehê em xwe rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte ya navçeya Cizîra Şirnexê li Eywana Tesîsa Palaceya Azîzoglu li dar xist. Eywana ku kongre lê hat lidarxistin pankartên  “HDP Gel e, gel li vir e”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Peymana Stenbolê ya me ye, em dev jê bernadin”, “Denîzek biçe dê hezar Denîz bên”, “Denîz Poyraz Nemir e” hat xemilandin û wêneyê Denîz Poyraz hatin daliqandin.   
 
Berdevk û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gûnay, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk, parlamenterên herêmê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dehan kes tevlî kongreyê bûn. Jin bi kincên xwe yên kurdî tevlî kongreyê bûn û reng dan eywanê. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Di serî de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî.
 
‘Me berxwedana xwe xûrt kir’
 
 Nûran bi rihê 14’ê Tirmehê girse slav kir û got: “Gelek xêrnexwaz hatin vî welatî û êrîşî gelê me kirin.  Cih û warê me talan kirin. Dest danîn ser vîna gelê me. Bajarên me xira kirin. Me û vîna gelê kurd tecrît kirin. Zarokên me li kolan û di jêrzermînan de hatin qetilkirin. Destêdirêjî li zarok û jinan kirin.  Çanda hişbirê û tecawizê li ser axa me belav kirin. Daristanên me şewitandin, gorên zarokên me xira kirin û wêran kirin. Her roj operasyonên siyasî li dijî gelê me pêk anîn. Bi hezaran jin, ciwan, rûspî û pêşengên gelê me dîl hatin girtin û kirin girtîgehan. Lê belê dîsa bi ser neketin. Wê tu carî bi ser nekevin. Ji ber ku em gelek xwedî rêxistin û xwedî bawerî ne. Li hember hemû zilm û gefan, li hember talan û qirkirinê me tu carî dev ji rêxistinê û partiya xwe berneda. Wekî pêşengên Cizîra Botan gotibû waye em li ser piyan e û serî natewînin. Me berxwedana xwe mezin kir.”
 
‘Divê tecrît bê rakirin’
 
Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk axivî. Berdan, bi minasebeta 14’ê Tirmehê  kesên ku di rêya demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha domand: “Hêviya me xûrt e. Heta azadiya gelê me neyê bidestxistin dê têkoşîna me berdewam bike. Em amade ne ku bedelan bidin. Gelê Cizîra Botan bi sekna xwe li hember zilmê û zordariyan bû bersiv. Bi avabûna dewletê heta îro gotin kurd tune ne, ji me re gotin ew. Heqaret li gelê me kirin.  Heta ku Birêz Ocalan û rêhevalên wî ji van heqaretan re bûn bersîv. Gelê Kurd gelekî qedîm e. Dema bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin hin tiş hatin gûhertin. Di her aliyê de gav hatin avêtin. Lê belê carekedin dewlet ket  dewrê û got pirsgirêka Gelê Kurd tune ye û pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Piştî bi dawî bûna pêvajoya çareseriyê şer zêde bû û tecrît giran bû. Çend salên dawiyê de êrîşên giran hatin kirin.  Lê gelê me êrîş vala derxistin. Ji ber wê jî em dibêjin ku ji bo çareseriyê, ji bo bidawîbûna şer divê tecrît bê rakirin. Ger tecrît bê rakirin dê ev şer bê çareser bê bidawîkirin.”
 
‘Do bi ser neketin ew ê îro jî bi ser nekevin.’
 
Herî dawî Berdevk û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gûnay axivî. Ebru jî destnîşan kir Cizîra ku navenda herî xurt a berxwedanê ye, warê Mem û Zînê ye û wiha pêlda axaftina xwe: “Dema ku em qala Cizîrê bikin serhildan tê bîra me. Çok nedanîn, teslîm nebûn tê bîra me. Mehmet Tunç, Dayê Taybet, Cemîle Çagirga û yên din. Yên ku Cizîr û vê vînê tune hesibandin her tim wenda kirin û têk çûn. Li dijî yên ku bi qeyûman, bi ablûkayan, bi zext û zordariyan, bi tundî û gefan dixwazin îradeya Gelê Kurd teslîm bigirin, Cizîr bû Newroz û çok daneanî. Do bi ser neketin ew ê îro jî bi ser nekevin.”
 
Girîngiya 14’ê Tirmehê
 
Ebru, bal kişand ser girîngiya 14’ê Tirmehê û wiha domand: “Îro 14’ê Tîrmehê ye. Beriya 39 sal berê îro li Zindana Amedê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî zilma faşîzmê rûmeta mirovatiyê parastin û dîroka berxwedana ku dê sed hezar salan bê bibîranîn nivîsîn. Em wan û hemû berxwedêran bi rêzdarî bi bîr tînin. Hûn dizanin hew peywirek faşîzma AKP-MHPê heye ew jî li ku derê be bila be tasfiyekirina destkeftiyên Gelê Kurd e.”
 
Piştre Hevserokên nû Mesût Nart û Zîlan Ecevît û rêvebiriya nû hat hilbijartin. Bername herî dawî stranên Koma Awazên Botan û bi gerandina govenê bi dawî bû.