Ayşe Acar Başaran: Em bi jinan re fikra jiyana nû dihûnin

  • 09:09 8 Tîrmeh 2021
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Bajaran da zanîn ku tecrîda ku bûye navê rejîma şerê ku hemû çavkaniyên civakê tune dike divê bê rakirin û wiha got: “Hinek li pişt deriyên girtî bi lîstikên qirêj hewl didin partiya me bigirin lê em jin fikriyata jiyenek nû dihûnin. Zehmete ku me ji vê fikriyatê qût bikin. Ji ber ku koka vê xwe dispêre têkoşîneke jinan ya bi hezaran salan tê dayînê.”
 
Êrîşên desthilatdariyê yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Bi polîtîkayên girtin û binçavkirinê hewl didin partiyê bigirin û ji nûve serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. Îdianame ji aliyê DDB’ê ve hat qebûlkirin û ji bo gelek siyasetmedarî qedexeya siyasî tê xwestin û dixwazin dest bidin ser xezîneya partiyê. HDP ku ji roja hatiye avakirin dibe hedefa desthilatdariyê, tevî hemû zextan li herêman xebatên xwe dimeşîne.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê doza HDP’ê de, kampanya HDP’ê ya "Ji bo jinan edelet", Peymana Stenbolê û tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. 
 
‘Li hemberî kurdan pergaleke hiqûqî ya taybet tê meşandin’
 
Ayşe diyar kir ku ji 2015’an heta niha li hember partiyê êrîşek sîstematîk heye û armanc ev e ku civakê bê HDP bihêlin û her wiha girtin, tayînkirina qeyûman, êrîşên bombeyî yên beriya 7’ê nezîranê pêk hatine bibîr xist û got: “Ev hemû berdewama pêvajoyê bûn. Niha jî hemû rêbazên di dîroka Tirkiyeyê de hatine jiyîn dubare dikin. Ne doza Kumpasê ya Kobanê ne jî nîqaşên girtina HDP’ê yên ewil in. Gelek dozên wisa pêk hatin. Li hember kurdan pergaleke hiqûqê ya taybet tê meşandin.”
 
‘Rêbaz, encamên dîrokî, têkçûnên dîrokî’
 
Ayşe, destnîşan kir ku bi doza girtinê hewl didin HDP’ê bê bandor bihêlin û ev tişt anî ziman: “Di 17’ê hezîranê de li hember HDP’a Îzmîrê êrîş pêk hat û gumanbar Onur Gencer Denîz Poyraz qetil kir. Bi vê xwestin ji ser desthilatdariyê peyamekê bidin. Tevî van êrîşan, partiya me tevî ku bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne, li Tirkiyeyê ji bo jin, ciwan, kedkar, demokratan dibe hêvî. Mirov ji HDP’ê bi hêvîne û bendewariya wan hene. Di alî jinan de jî partiyeke ku jin dikarin tê de siyasetê bikin. Tevî êrîşan tevî plana têkbirinê ya di 2014’an hat kirin jî bi ser neketin. Niha hewl didin partiyê bigirin. Rejîmeke ku difikire wê HDP’ê bigire heye. Rêbazên ku deshtilatdarî mînak digire, dîrokî ne lê encamên ku dixwazin jê bigirin, têkçûnên dîrokî ne. Yekem car partiya me li vî welatî nehatiye girtin, yekem car dozên kumpasê nehatin kirin. Lê her tim têk çûn.”
 
‘Jin xizaniya herî mezin dijîn’
 
Ayşeyê balkişand ser kampanya ‘Ji xizaniya jinan re na’ ya ku Meclîsa Jinan a HDP’ê dimeşîne û derbarê wê de wiha nirxandin kir: “Di çarçoveya kampanyayê de me mijarên derbarê jinan de nîqaş kir û bi rê û rêbazan di hevdîtinên jinan de ev derxistin holê. Me li ser bêdadiya mezin xebat kir.  Di vê pêvajoya ku krîz û kaosek mezin tê jiyîn de me bi jinan re derbarê pirsgirêkên wan de tespît kir û bi hev re rê û rêbaz danî holê. Hema hema em çûn her herêmê. Ji Kurdistanê heta Egeyê, ji Akdenîz heta Anatolya Navîn jin çi dijîn? Me xwest em van di cih de bibînin. Niha di alî aborî de du bask hene. Ya yekem yên ji polîtîkayên şer bandor bûne û mexduriyetê dijîn. Ya din jî aliyekî ku ji hemû nîmetên dewletê fêde digirin hene. Em dizaniyê bi giştî bikar tînin lê mixabin herî zêde jin xizaniyê dijîn. Jin ji kurahî xizaniyê dijîn.”
 
‘Gelo mirov çima bi hezaran kîlometre tên û dixebitin?’
 
Ayşeyê balkişand ser hişyariya ‘îsrafê’ ya Emîne Erdogan a ji bo welatiyan û gotina ‘werin em bi hev re lîsteyekê çêbikin porsiyonan biçûk bikin’ û got: “Wekê ku bi rastî porsiyonek heye nîşan dide. Wekê ku di vê mijarê de bi rastî tercîha mirovan heye nîşan didin. Me li mutbexa Emîne Erdogan firaqên bi zêr hatine çêkirin dîtin. Li aliyê din jî jinên dibêjin ‘porsiyona çi gelo porsiyon heye?’ hene. Jin ji bo nan bibin malên xwe dibin germahiya 40-50 dereceyî de dixebitin. Jinên li tekstîl, li ser erdan, koçeriyê dikin hene. Jinên bi salane koçeriyê dikin behsa qedexeya zozanan kirin. Desthilatdarî dibêje li Kurdistanê pêşketinek mezin heye, lê mirov li cihên sinorkirî tengezar bûne û me dît ku bihayê ban zozanan çiqas bilinde. Ji Rihayê mirov bi hezaran kîlometre rê tên û dixebitin. Gelo ev mirov çima tên? Gelo ev mirov di konan de pir aram û kêfxweşin? Li Konyayê mirovên bi kîlometre rê hatine dikevin ber lehiyê.”
 
‘Em fikriyata jiyanek nû dihûnin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku armanca wan ev e ku bi jinan re pisgirêkan tespît bikin û bi hev re çareseriyê hilberînin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê jî alternatîfa me heye. Mînakên me yên ku em dikarin bi vê perspektîfê jiyanê bihûnin hene. Me bi jinan re ev nîqaş kir. Hinek li pişt deriyê girtî bi lîstikên qirêj partiya me digirin lê em jin fikriyata jiyaneke nû dihûnin. Dixwazin ji koka vê fikriyatê me qût bikin, lê ev pir zehmet e. Ji ber kokê vê xwe dispêre têkoşîna hezar salan. Ji bo vê ji bo ev fikriyat bigihêje armanca xwe em hewl didin.”
 
‘Mêr nikarin li ser navê me biryarê bidin’
 
Ayşeyê her wiha balişand ser fehskirina peymana Stenbolê û di 1’ê tîrmehê de bi fermî hat kirin û bertekên xwe wiha anî ziman: “Têkoşîna hiqûqî maf e, em vê dimeşînin lê em dizanin ku li vî welatî daraz bûye komîsyona desthilatdariyê. Daraza mêr di çarçoveya desthialtdariyê de tevdigere. Daraz rêbazek bû lê em bi vê re têkoşîna xwe ya pir alî dimeşînin. Peymana Stenbolê hatibe rakirin jî em têkoşîna peymanê tenê nadin. Niha AKP-MHP rejîmek nû înşa dike.  Dema vê rejîmê ava dike jî hewl dide hêza herî xurt beralî bike. Têkoşîneke jinan ya ku di kalibên wan de sînor namîne heye. Rêxistinên jinan yên dibêjin êdî dema azadiyê ye, hene. Jin êdî şûnde gavê navêjin. Mêr bi tu awayî êdî nikarin li ser navê jinan biryarê bidin. Me hîna negotiye qedyaye. Jin polîtîkayên dewletê esas nagire û li gorî wê tevnagere.”
 
‘Tevî ku CPT tespîtê dike jî mudaxale nakin’
 
Ayşeyê mijara tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxand û diyar li gorî hiqûqa Tirkiye û hiqûqa navneteweyî divê bi du alî bê dest girtin û wiha dawî lê anî: “Li Îmraliyê ne hiqûq, rejîmek taybet tê meşandin. Anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê tenê bi destê Tirkiyeyê nehat kirin. Birêz Ocalan jî dibêje ‘Tirkiye tenê wek gardiyan wek nobedarekî ye’. Ji ber vê jî mekanîzmayên navneteweyî jî bêdeng dimînin. CPT tê tespît dike, lê li dijî van tespîtan mudaxaleyekê nake. Birêz Ocalan 22 sale di bin tecrîdê de ye. Dem bi dem hinek hevdîtin hatin kirin, lê ev nayê wateya ku tecrîd hatiye rakirin. Her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî giran dibin. Li cihê ku tecrîd hebe mixabin behsa demokrasiyê jî nikare bê kirin. Girtî ji bo rakirina tecrîdê ketine grevê. Ev ne tenê berpirsyariya girtiyane. Hemû civak ji tecrîdê bi bandor dibe. Divê mirov di ferqa vê de bin û bertek nîşan bidin. Divê civak li dijî tecrîdê refleksek hevpar nîşan bide. Divê desthilatdarî berpirsyariya xwe bîne cih. Divê tecrîda ku bûye navê rejîma şer ya ku hemû çavkaniyê civakê tune dike, bê rakirin.”