'Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din li ber hêzên demokrasiyê nîne'

  • 13:11 24 Hezîran 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di civîna çepemeniyê de bal kişand ser geşedanên di rojevê de û got: "Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bêhn li me çikandiye, ji bilî yekbûnê û têkoşîna hevpar rêyeke din li ber hêzên demokrasiyê nîne. Em bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li vê sîstema tecrîd û talanê bînin."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Gişti ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê geşedanên di rojevê de nirxandinên girîng kir. Ebrû di destpêka axaftina xwe de Denîz Poyraz a HDP'î bi bîr anî ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di êrişê de hate qetilkirin.
 
Ebrû Gunay di civînê de wiha axivî: "Li vî welatî li dijî muxalîfan mekanîzmayeke kuştinê ya bêexlaq dixebite. Desthilatdarî dike hedef, amûra şerê taybet jî dinepixîne, dadgerî dikeve nava liv û tevgerê û mehkeme dike, kujerên ku ferman wergirtin jî tevdigerin û dikujin. Hrant Dînk, Tahîr Elçî û bi sedan kes bi vî rengî hatin kuştin. Ji ber vê yekê, yên ku ji bo dewamkirina pergala xwe ya qirêj, partiya me dikin hedef ji vê kuştinê berpirsyar in.
 
Ne îdianame belavokeke siyasî ye
 
Îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin û ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye qebûlkirin. Ev îdîaname metneke hiqûqî nîne, belavokeke siyasî ye ku li dijî HDP'ê hatiye amadekirin. Li dijî vê metnê em jî metna herî xurt a siyasî amade bikin. Em ê ne xwe, lê belê demokrasiyê, hiqûqê, edaletê, aştiyê, mafên bingehîn ên mirovan û nirxên mirovan biparêzin. Ji ber ku ev êriş bi esasî li dijî van nirxane. Nêzîkatiya li HDP'ê nêzîkatiya li paşeroja vî welatî ye. Ev doz ne tenê li dijî HDP'ê ye, doz li dijî nirxên mirovî yên li Tirkiyeyê ye.
 
Ji bo temsîlkirina îradeya gel wê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin. Yên ku ji wan heye ku bi girtina HDP'ê re wê mirov dengê xwe bidin wan, ev gel qet nas nekiriye. Ev gel wê derseke welê bide wan ku ji aliyê siyasî ve wê qet ji bîr nekin. Wê mîna aktorên tarî yên salên 1990'î wan jê bibin.
 
Sîstema tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan û hewldana ji bo serweriya kaos, mafya, rizandin û şer a li welêt ji hev cuda nîne. Em timî diyar dikin ku sîstema li Îmraliyê rêbazeke rêveberiyê ye. Pêkanînên li Îmraliyê nîşaneya nêzîkatiya li Gelê Kurd, li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Dema ku li Îmraliyê atmosfereke çareseriyê hebe, ev yek bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Dema ku li Îmraliyê desthilatdariya siyasî li zingilê şer dike, hingî Tirkiye dikeve nava kaosê.
 
Dema ku hewl tê dayin ku Birêz Ocalan bê bêdengkirin, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk û muxalîf bi komkujî, avêtina girtîgehê û bi kiryarên bêhiqûqê hewl tê dayin ku bên bêdengkirin. Dema ku li Îmraliyê bêdengî tê ferzkirin, hingî mafya û çete diaxivin. Tecrîd welat û civakê dixe nava şer, mafya û çeteyan mezin dike.
 
Birêz Ocalan li pêşberî her nêzîkatiya li berjewendiyên Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di rêya demokrasî, aştî û danûstandinê de israr kiriye. Birêz Ocalan îrade û biryardariyeke xurt a demokratîk nîşan da û perspektîfa demokratîkbûnê ya çareseriyê destnîşan kir. Lê belê ev perspektîf ji aliyê desthilatdariyê ve timî ji bo berjewendiyên siyasî ji holê hate rakirin. Li Girava Îmraliyê ku qadeke li derveyî hiqûqê ye, îro îradeyên şer û aştiyê, demokrasî û otorîteriyê, yekperestî û piralîtiyê şer dikin. Ev şer şerekî dîrokî ye û wê encamên xwe jî dîrokî be. Mirovek bi tenê nemaye ku neketiye bin bandora polîtîkayên tecrîd û bêedaletiyê. Tecrîd li ser me hemûyan tê ferzkirin.
 
Greva birçîbûnê ya li zindanan ku 210 roj in dewam dike. Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên mafên mirovan û edaletê ye ku daxwazên mafdar ên bi milyonan mirovî ye.
 
Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bêhn li me çikandiye, ji bilî yekbûnê û têkoşîna hevpar rêyeke din li ber hêzên demokrasiyê nîne. Em bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li vê sîstema tecrîd û talanê bînin."