‘Wê bernameya têkoşîna demokratîk bê aşkerekirin’

  • 09:04 7 Hezîran 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmoglullari xistina parlamenteriya 3 parlamenterên HDP û CHP’yî wek ‘darbeyeke sivîl ya li demê hatiye belavkirinê’ binav kir û da zanîn ku wê di rojên pêş de Bernameya Têkoşîna Demokratîk ya du pêngav wê aşkere bikin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari der barê xistina parlamenteriya, parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu û girtina wan de nirxandin kir û bi lêv kir ku hikûmet li pey şerê nû ye û got di rojên pêş de der barê polîtîkayên şer û zextan de wê wek HDP têkoşîneke xurt bidin.
 
‘Wek darbeya 4’ê Mijdarê ye’
 
Tulayê her wiha daxuyakirin ku desthilatdariyê demek dirêj bû xistina parlamenteran difikirî û got: “Ev wek darbeya 4’ê Mijdara 2016’an ku destnedana parlamenterên HDP’ê hat rakirinê ye. Yanî dubareya wê ye. AKP ligel têkçûnên xwe yên aborî û têkçûna xwe ya di pêvajoya koronayê de, welat zêdetir ber şer ve dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl dide ku li Lîbya, Sûriye û Iraqê şerên nû bide destpêkirin. Ev desthilatdarî darbeya bi 15’ê Tîrmeha 2016’an hatiye destpêkirin, didomîne. Niha darbeya sivîl ya kesên bi kravat didome. Darbeyeke sivîl ya li demê belav bûye mijara gotinê ye. Bi qanûna nobedaran jî ev vê nîşan dide. Ev darbeya sivîl ji hêzên ewlehî, polîs û nobedaran hêzê digire.”
 
‘Darbeyek sivîl e’
 
Tulayê destnîşan kir ku darbeyeke sivîl ya ku hêzên ewlehiyê jî tê de ye tê jiyîn û got HDP’ê ev pêvajo bi dirûşma ‘Darbe heye’ formule kiriye û wiha daxuyand: “Li meclîs, kolan û her qada jiyanê bi destên AKP’ê darbe tê jiyîn. Duh çawa ku Hîtler odeyên gazê çêkir, AKP-MHP jî bi alîgirên xwe hewl dide li hemû hucreyên civakê odeyên gazê çêbike. Bi awayekî dijhiqûqî parlamenteriya sê parlamenteran ket. Em vê tu car qebûl nakin.”
 
‘Wek pêngavekê bi kar tînin’
 
Tulayê her wiha kûrbûna êrîşan jî bi gotinên weke ‘Em dikarin vê wek pêngaveke ku ji bo parçekirina muxalefetê bibînin’ nirxand û got: “Desthilatdarî îro li hember hemû partiyên muxalefetê dilîze. Ji ber xistina parlamenteran jî wek pêngaveke taktîkê bi kar tîne. Lê divê ev bê zanîn ku li dijî rejîma zaliman tifaqa mazluman ava bûye. Her ku zilma zaliman zê de bibe wê tifaqa bindestan jî zêdetir bibe.”
 
‘Wê bernameya têkoşîna demokratîk bê aşkerekirin’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê dema pêş de zêdetir têbikoşin û got hefteya borî Hevserokên Giştî yên HDP’ê ‘Belgeya helwestê’ aşkere kirine û piştî vê wê bernameya têkoşîna demokratîk bê aşkerakirin û wiha dawî lê anî: “Di çarçoveya vê de li dijî feraseta darbekar wê çalakî bidomin. Wê serokwekîlên koma me berfirehiya van çalakiyan aşkere bikin. Em ê di çarçoveya bernameya têkoşîna demokratîk de xebatên xwe bimeşînin. Wê du lingê vê hebin; aliyekî vê parlamento be aliyê din jî wê bajar, tax û kolan bin.”