Yekitiya Sendîkayên Karkeran: Ji bo çareseriyê divê Ocalan azad bibe

  • 12:15 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a welatê Baskê (LAB) bi wesîleya komploya navneteweyî dîmenek weşand û got, "Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e."
 
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, endam û rêveberên Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a welatê Baskê (LAB) peyamek bi dîmen weşand. Endam û rêveberên LAB'ê di asta herî bilind de xwedî li pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re" derdikevin û hem ala PKK'ê hildan hem jî afîş û dowîzên li ser pêngava navneteweyî bilind kirin.
 
Berdevk Koldo Saenz bi navê LAB'ê daxuyanî da û got, "Îro salvegera destpêkirina operasyona komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan e. Di ser operasyonê de zêdeyî 26 sal derbas bûn, li gel vê yekê jî li Îmraliyê di nava şert û mercên derveyî mirovahiYê de tê ragirtin û bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ji ber vê jî weke LAB em daxwaza azadiya wî dikin û vê yekê jî ji ber du sedeman dikin: Girtina wî binpêkirineke cidî ya mafên mirovan e û ji ber ku azadiya Ocalan di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gelekî girîng e. Ji ber vê jî em dixwazin Ocalan bê berdan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk bê peydakirin."
 
LAB'ê di 15'ê Sibata 2023'an de li welatê Baskê bi 6 sendîkayan re di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan de civîna çapemeniyê lidar xistibû. Sendîka her wiha ji bo serketina pêngavê hîn jî li tevahiya Spanyayê pêşengiyê ji tevgerên sendîkayî re dike, gelek çalakiyan lidar dixe.