‘Platformek hevpar pêwist e’

  • 09:20 6 Hezîran 2020
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Piştî parlamenteriya parlamenterên HDP’ê û CHP’ê hat xistin şûnde, du parlamenterên HDP’ê hatin girtin. Hevseroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Uyar, da zanîn ku divê li dijî rejîma yek mêrî platformeke hevpar a muxalefetê ava bibe.
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Uyar, der barê xistina parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisoglullari û her wiha parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu û girtina parlamenterên HDP’ê de axivî. Emîneyê bi lêv kir ku AKP dizane ku muxalefet ji bo wan bi xeter e.
 
Emîneyê wiha berdewam kir: “Di vebûna meclîsê de tişta ewil hat axaftin rayaye nobedaran bû. Vê jî nîşan da ku AKP her diçe zextê zêde dike. Nobedar wek hêza nû di bin destê AKP’ê de bû. Pêvajoya pandemî pirsgirêkên heyî zêde kir. Jiyan zehmet bûye. Krîza aborî heye. Her kes bi bandor kiriye. Bêguman em çareseriyên mayînde napên, em behsa rêveberiyeke ku desthilatdariya sermayeyê ye dikin.”
 
‘Îradeya gel tê xespkirin’
 
Emîneyê operasyona li hember rêveberên HDP, endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê jî bi bîr xist û got îradeya gel tune ye hatiye hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman em hînê van pêkanînên dijdemokratîk bûne. Bi tezkereya serokomariyê, hîna lêkolînên hiqûqî neqedyane parlamenterî tê xistin. Ev jî xespkirina îradeya gel e. Wek tayînkirina qeyûman e. Ji ber vê jî ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Bandora desthilatdariyê li ser Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran jî (HSYK) zêde ye. AKP’î der barê biryarên dadgehê yên meclîsê der barê parlamenteran de hatiye xwendin dibêje ‘biryarên dadgeha serbixwe’. Em dizanin ku ev ne wisa ye, dadgerên ev biryar dane ji FETO’yê girtîne. Xistina parlamenteriyê ne hiqûqî ye, siyasî ye.”
 
‘Di xistina parlamenteriyê de para CHP’ê heye’
 
Emîneyê destnîşan kir ku helwesta CHP’ê girtiye, têkildarî rakirina parlamenteriyan e û got divê di rakirina destnedana parlamenteran de  ‘erê’ negotina. Emîneyê wiha berdewam kir: “Yekane tişta ku ji rejîma yek partî yek mêrî, xilas bibe ev e ku divê muxalefet bi hev re tev bigere û muxalefeteke hevpar ava bike, eniyeke muxalefetê ya berfireh bê hûnandin. Divê platformeke hevpar a muxalefetê ya ji her alî kes tê de cih digire bê avakirin.”