Piştî 7’ê Hezîranê 5 sal: Siyaseta înkarê ya sedsalî HDP wek tehdîd dît

  • 09:14 6 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku rol û keda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di belavbûna fikra HDP’ê ya li gelan gelek mezin e û ji hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an heta niha rejîma yekparêz HDP wek tehdîd dîtiye.
 
Di 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP bi namzetên serbixwe ket meclîsê. Di hilbijartinê de bi 80’ê parlamenterî ket meclîsê. Di 2014’an de di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de plana têkbirinê ya pêngav bi pêngav hat hûnandin bi hilbijartinan re ket dewrê. Tirkiye ku di pêvajoya çareseriyê de bû bi HDP’ê re riya siyasetek nû hat vekirin û pratîk û gotinên desthilatdariyê bi hilbijartinên 7’ê Hêzîranê re veguherî kaosê. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, pêvajoya piştî 7’ê Hezîranê, armanca projeya HDP’ê û nêzîkatiya wê demê ya desthilatdariyê nirxand.
 
‘Derfetên polîtîk bi HDP’ê hat fêmkirin’
 
Dîrayetê partiyên ji kevneşopiya HDP’ê tên têkoşîn dane û HDP jî ji vê dîrokîbûnê xurt bûye û li dijî feraseta siyaseta yekparêz, înkarker derfetên siyaseta ku baweriyên cuda û jin siyasetê bike afirand. Dîrayetê wiha berdewam kir: “ Zemîna azadbûna bi hev re û pêkanbûna derfetên polîtîk bi HDP’ê hat fêmkirin. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê mîladek bû. Ji ber ku Tirkiye xwedî erdnîgariyeke pirnasname û pirçandî ye. Mixabin ji komara Tirkiyeyê heta îro bi gelek rewşên înkarê hatin jiyîn. Ji Agiriyê bigirin heta Dêrsîm, Koçgirî û Roboskê. Her tim siyasetek globalbûnê hat jiyîn lê yekem car projeya HDP’ê nîşan da ku jiyanek din pêkan e.”
 
‘Di belavbûna fikriyata HDP’ê de rola birêz Ocalan mezin bû’
 
Dirayetê bi lêv kir ku li ser navê têkoşîna azadiya jinê, fikriyata HDP’ê di siyaseta Tirkiyeyê de riyek nû vekiriye û HDP’ê şoreşek jî bixwe re afirandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha derfeta ku HDP xwe ji gel re vebêje hat afirandin. Wê demê der barê pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd de hevdîtin pêk hatin. Bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatin. HDP’ê di vê mijarê de pozîsyon girt. Di pêkhatina hawira aştiyê de bêguman rol û keda Birêz Ocalan gelek cidî bû. Di belavbûna fikriyata HDP’ê ya li gelan, rola Birêz Ocalan pir mezin bû.”
 
‘HDP ji aliyê gel ve hat qebûlkirin’
 
Dîrayetê di berdewamiyê de destnîşan kir ku desthilatdariyê nexwest bi HDP’ê bi serbixwe bikevin meclîsê û wiha got: “AKP ya ku hemû derfetên dewletê da pişt xwe, ji partiyeke ku li dijî zilmê têdikoşe nerehet bû.Dema serbixwe biçûna hilbijartinê wê AKP’ê parlamenterên mayî jî xesp bikira. Ji ber vê jî zext li hember partiya me pêk hatin. Lê partiya me bi gel re hêvî afirand. Ket hilbijartinê 80 parlamenter derxist.”
 
‘Siyaseta înkarê HDP wek tehdîd dît’
 
Dîrayetê di dirêjiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Bi biryarên ji MGK’ê hatin girtin planên ku AKP bi tena serê xwe welat bigire hebûn û dijpropagandayeke weke ku HDP’ê pêvajoya çareseriyê xera kiriye hat afirandin û ev tişt bi lêv kir: “Hilbijartinên 7’ê hezîranê nîşan da ku AKP di pêvajoya aştî û demokrasiyê de nikare li desthilatdariyê bimîne û ji bo bimîne jî her cureyê alavên zextê dixe dewrê. Siyaseta înkarê bi sedsalî HDP wek tehdîd dît.”
 
‘Ji bo zêdetir tiştî çûn hilbijartinên 1’ê Mijdarê’
 
Dîrayetê daxuyakirin ku fikra HDP’ê wek tehdîd hatiye dîtin û ji bo gotinên ji bo gel tên gotin bên astengkirin, zêdetir HDP’ê bikin bin zextan çûn hilbijartinên 1’ê Mijdarê. Dîrayetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Geşedanên Rojhilata Navîn, şerê navxweyî yê Sûriyeyê, berxwedana Kobanê, berxwedana Geziyê, daxwaza aştî û demokrasiyê ji bo rejîmê xetere bû. Bûyera Serêkaniyê ya ku ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê hat deklerekirin jî hîna tarî ye û hesabê vê nehatiye dayîn. Bi êrîşên li hember mîtînga Amedê û avahiya me, xwestin partiya me bi destê DAIŞ’ê dîzayn bikin, şûnde bikşînin.”
 
Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser plana têkçûnê û wiha dawî lê anî: “Serkeftina 7’ê Hezîranê ne tenê têkoşîna HDP’ê, xeta têkoşîna yekitiya gelan jî ava kir. Ji bo pêşî li vê xeta têkoşînê bê girtin jî desthilatdariyê ji nû ve polîtîka dijminahiya li hember Kurdan xist dewrê. Ji bo pêşî li modela Rojhilata Navîn bê girtin, plana têkbirinê jî hîna didome.”