Ji Leyla Guven peyam heye!

  • 18:58 5 Hezîran 2020
  • Ramyarî
AMED - Leyla Guven piştî ku parlementeriya wê hat betalkirin şandin girtîgehê. Leyla ji girtîgehê ev peyam şand: " Wekî jineke kurd soza min e ji gelê min re. Heta ku Gelê Kurd bigihêje azadiya xwe ez ê li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam bikim."
 
Hevseroka  Kongreya Demokr a Gelan (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari piştî ku li meclisê parlamenteriya wan hat betalkirin duh êvarê ew girtin û şandin girtîgehê. Leyla şandin Girtîgeha Jinan a Amedê, Musa jî şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Parêzerên Leylayê diyar kirin ku wê Leyla ji ber vîrosa koronayê (COVÎT 19) bi tena serê xwe  heta 14 rojaN di odeyekê de bê girtin. Leylayê ji girtîgehê ji ajansa me re peyam şand.
 
Peyama ku Leylayê ji girtîgehê şandî wiha ye: "Em nûnerên gelê ku hebûn û nasnameya wî hatî înkarkirin e. Nûnertiya gelê ku her tiştê xwe ji vê têkoşînê re feda kiriye zehmet e. Lê em jinên kurd ji Parîsê Sara, ji Rojava Arîn Mirkan, ji Başûr, Avesta Xabûr bûn û em bi berxwedanê hebûn û em li ser piyan man. Ligel her tiştî em şopdarên vê têkoşînê ne. Ji bo nûnertiya Gelê Kurd ne hewceye em bibin parlamenter. Wekî rêhevalên xwe em ê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Wekî jineke kurd soza min e ji gelê min re, heta ku Gelê Kurd bigihêje azadiya xwe ez ê li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam bikim. Di serî de ez hezkirin û silavên xwe ji gelê Colemêrgê re dişînim. Bila gelê me bi me bawer be. Em nêzî serkeftinê ne. Kesên ku di zehmetiyên de ne ne em in."