Hîna nehatiye lê jin ji aşiya koronayê xwe dûr digirin

  • 09:07 4 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji bo Vîrusa Koronayê hîna aşî nehatiye dîtin lê li Tirkiyeyê welatî di mijara aşiyê de bi guman in. Gelek jinên me nêrîna wan pirsî diyar kirin ku dane zelal nayên vegotin û naxwazin wekî koban bên bikaranînin. 
 
Li Tirkiyeyê jî di mijara dîtina aşiya ji bo koronayê de xebat didomin. Di vîdeoyek navbera wezîrê karê hundir Fahrettîn Koca û wezîrê tenduristiyê ya federasyona Rûsyayê Dr. Mîkhaîl Murashko de hatiye kirin, hat gotin wê xebatên hevpar li ser aşiyê bikin.
 
‘Em nizanin ku aşî kêrî çi tê kirin’
 
Kedkara malê Sureyya Yelkovan got: “Der barê aşiyê de tu agahiya me tune ye. Ez dixwazim fêr bibim. Ez naveroka aşiyê baş bizanibim, fêdeya wê bizanibim ez ê aşiyê bikim.”
 
Karkera malê Ayfer Kazan jî wiha got: “Pêvajoya normalbûnê hebe jî ez ê li mala xwe bim. Aşî jî bê dîtin ez ê wisa bikim. Ez nexweşa şekir û tansiyonê me. Ez bixwe bawer nînim. Lê bijîşkê min bêje ez ê bawer bikim.”
 
‘Ferzbûna aşiyê binpêkirina maf e’
 
Zehra Zuhal Sert jî wiha got: “Heta aşî belav nebe, li gorî standartan ava nebe ez nakim. Ez naxwazim bibim Kobay. Wezareta tenduristiyê erê bike, dikare bê kirin lê ferzkirin li gorî min binpêkirina maf e.”
 
Xwendekara zanîngehê Devrîm Çabuk jî got pirsgirêka baweriyê dijî û got: “Ez bêguman nabim Kobay. Ez daneyên dewletê jî zelal nabînim. Bila her tiştî zelal vebêjin.”
 
‘Ez bi bijîşkên nas û TTB’ê bawer im’
 
Nebahat Olay jî wiha got: “Li ser agahiyên teqez û rast dikarim aşiyê bikim. Ez bi bijîşkan, mamosteyên zanîngeh û Yekitiya Tabîbên Tirk bawer im. Aşiyên ferzkirî ne rast e. Divê kes biryara xwe bixwe bide.”
 
‘Em wek gel êdî bawer nakin’
 
Zeynep Şeker jî ev tişt anî ziman: “Em naveroka aşiyê nizanin. Ez nizanim çi ye çi nîne, dibe ku bi genetîka me bilîzin. Ez dixwazim ji bijîşkan di vê mijarê de pêşniyaran bigirim. Lê bila aşiyê ferz nekin. Îradeya her kesî heye. Bila biryara xwe bixwe bidin. Em wek gel êdî bi her tiştî bawer nabin.”
 
Gulten Goker jî destnîşan kir ku heta ku serkeftina aşiyê nebînin ew nakin û got di vê mijarê de kesekî ku pê bawer bikin tune ye.
 
Ger bijîşk pêşniyar bikin
 
Sema Çetîn ya nexweşa gurçikan e jî wiha bi lêv kir: “Ger dibe çare em ê bikin. Em nikarin ji malê derkevin. Wekî din tedbîra me tune ye. Ev salek û nîv e ez neqla gurçikan bûme. Bijîşk bêjin ez ê bikim.”
 
Berîl Kurt bal kişand ser tedbîrên ku girtine û wiha daxuyand: “Em rûpoşê xwe dibin ber rûyê xwe. Em destên xwe dişon. Em zarokan dernaxin derve. Lê em nizanin gelo hejmar rastin an na. Em neçar in bawer bikin. Ger aşî bê dîtin ez neçar im pê bawer bikim.
 
Hatice Alişik jî wiha got: “Hîna gelek kesên test nebûne hene. Gelek kesên bi vê nexweşiyê ketine ‘û belav dikin hene. Ji bo ez ji vê nexweşiyê xilas bibim jî min ê bikira.”