Meral Daniş:Em ê çareserkirina pirsgirêka kurd nîşanî wan bidin

  • 16:27 3 Hezîran 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, mijarên di rojevê de nirxandin. Meralê bal kişand ser Belgenameya Helwestê ya partiya wan ku hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar aşkera kiribûn û wiha got: "Me çawaniya derketina ji gergerînekê îlan kir. Wê roja înê jî berdevka partiya me, beşa yekemîn a bernameya têkoşîna demokratîk, ji raya giştî re aşkera bike."
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist. Meralê, di civînê de girtina meclisê ya piştî erêkirina sererastkirina înfazê rexne kir û bertek nîşanî bi vekirina meclisê re anîna rojeva meclisê ya pêşniyarqanûna berfirehkirina rayeyên notirvanan da û got ku peşniyarqanûna gotina mijarê ye talûke ye û bersiv nade pêwistiyên civakê.
 
'Îşkence parastin'
 
Meralê, qala êrîş û îşkenceyên ku di demên dawîn de ji aliyê polis û notirvanan ve li welatiyan tên kirin jî kir û vê derbarê de ev tişt got: “Me aşkera dît ku M.E.C. di bin çavan de çawa hatiye îşkencekirin. Kî wêneyê îşkenceyê parve kir? Bi çi armancî parve kir? Walîtiya Amedê, Miduriyeta Polisan û Wezareta Karên Hundir daxuyanî dan. Di vê mijarê îşkence bi awayekî zelal hat parastin. Bi vê wêneyî Wezareta Karê Hundir û hêzên ewlehiyê li ser sûc hatine ziftkirin. Ev gotinên parastinê dosyayê salên 1990’î tînin bîra mirov.”
 
'Bariş ji ber kurdbûna xwe hat kuştin'
 
Di berdewamê de Meralê bal kişand ser kuştina ciwanê kurd Bariş Çakan a ji ber guhdarkirina muzîka kurdî û wiha got: “Em gelek xemgîn in. Li vî welatî, ji ber ku kurd bû, ji ber ku bi kurdî axivî û ji ber ku muzîka kurdî guhdar kir, Bariş Çakan hat kuştin. Wisa nîşan didin weke ku qet tiştekî wiha tunebe. Kijan ziman qedexe ye, werin em nîqaş bikin. Ne pekan e em vê qebûl bikin. Derbarê cînayeta Bariş Çakan de gumanên me hene. Cihê derbaskirina gumanan ne çapemenî, darizandina adîlane ye.”
 
'Çapemenî dadgehê ava dike'
 
Meralê, bertek nîşanî helwesta çapemeniya alîgir û rayedarên hikûmetê ya li hemberî kuştina BarIş Çakan da û diyar kir ku di qanalen televîzyonan û hin yekîneyên desthilatê de dadgeh hatine avakirin, biryar hatiye dayîn û sedemên bûyerên tên aşkerakirin û ev tişt anî ziman: “Bila herkes destê xwe ji kuştin û dosyayê vekişîne û bi hin kesan daxuyanî nedin dayîn. Em jî hêvî dikin ku ji ber muzîka kurdî cinayet pêk nehatibe.”
 
Belgenameya têkoşînê
 
Herî dawî Meralê, bal kişand ser Belgenameya Helwestê ya partiya wan ku hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar aşkera kiribûn û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Me çawaniya derketina ji gergerînekê îlan kir. Wê roja înê jî berdevka partiya me, beşa yekemîn a bernameya têkoşîna demokratîk, ji raya giştî re aşkera bike. Ev desthilat nikare qrîza ku ew bûye sedem çareser bike. Em gavên demokratîk ên ku çarseriyê bi xwe re bînin bavêjin.”