Hevberdevka HDK’ê:Divê hemû jinên bi têkoşîna jinê bawer ligel hev bin

  • 09:09 1 Hezîran 2020
  • Ramyarî
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu polîtîka desthilatdariyê ya pêvajoya pandemiyê nirxand û got yekane tişta ku desthilatdarî dike, vîrusa xwe belav dike û jinên li dijî şîdetê  li ber xwe didin tên girtin. Îdîlê her wiha da zanîn ku divê hemû jinên ji têkoşînê bawer dikin ligel hev bin.
 
Di pêvajoa pandemiyê de di 22’ê Gulanê de navenda wê Amed, li dijî endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê operasyon pêk hat û gelek jin hatin girtin.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu tiştên di pêvajoya 3 mehî de hatine jiyîn û polîtîkayên desthilatdariyê nirxand.
 
Îdîlê destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm jî darbeya li hember îradeya Kurdan e û wiha got: “HDP partiyeke ku ji sosyalîst, çepgir, demokratan dengan digire ye. Ev jî darbeyeke li hember îradeya van aliyan e. Ya ku hilbijartinê negirtin, bi xespkirinê digirin. Ev darbeyeke li hember pergala hevserokatiyê ye.”
 
‘Divê em îtîrazên xwe zêde bikin’
 
Îdîlê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Darbeyên îro li hember HDP’ê pêk tên, piştre jî wê xwe li metropolan bide hîskirin ku îro ji xwe hêdî hêdî dest pê kiriye. Li hember serokên CHP û rêveberên wê binçavkirin û girtinan dest pê kir. Li Îzmîrê xwendina Çaw Bella kirin hincet û rêveberê CHP’ê girtin. Yên îro bi HDP’ê tên kirin sibê jî li wan tên kirin. Divê em ji ber vê îtîrazê zêde bikin û dengê xwe hevpar derxînin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bi ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ bidomînin’
 
Îdîlê balkişand ser operasyona di 22’ê Gulanê de pêk hatiye û daxuyakirin ku ev operasyon parçeyeke polîtîkaya desthilatdariyê ya ku bi salane tê meşandinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya pandemiyê de qanûna hejmar 6284 hatiye sekinandin. Di vê pêvajoyê de qanûna înfazê ya nû hat derxistin. Bi giştî 90 hezar kesên sûc kirine hatin berdan. Komeleya Rosa li dijî şîdetê têdikoşiya. Ji bo jinan dibû ewlehî. Lê deriyê wan hat şikandin û belgeyên wan hatin desteserkirin. Pirseke wek ‘We çima Gulîstan Doku pirsiye?’ ji wan pirsî ne. Çima em nepirsin? Bêguman em ê ‘Gulîstanê, Nadîrayê’ bipirsin. Em ê têkoşîna xwe bi ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ bidomînin.”
 
‘Em îradeya xwe xurt bikin’
 
Îdîlê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê operasyonan da û got girtina jinên li dijî şîdetê têdikoşin di tu qanûnî de tüne ye û wiha daweî lê anî: “Em ê îradey xwe xurt bikin. Ger tiştên ku hevalên me kirine sûc e, me hemûyan ev sûc kiriye. Hikûmetê pêvajoya pandemî veguhert derfetê û polîtîkayên xespê mezin kirin. Yekane tişta ku desthilatdariyê kir, vîrusa xwe li civakê belav kir.”