Nûnerên partiyên siyasî: Ji bilî yekitiyê tu şansê me tune ye

  • 09:15 23 Gulan 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Cigira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê da û da zanîn ku divê aliyên di bin zextê de bên cem hev û ji bilî vê şansê me tüne ye. Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun jî got ew ê li dijî zextên deshtilatdariyê têbikoşin.
 
Ji bo şaredariyên HDP’ê yên Sêrt, Misirc, Baykan, Îdir û Altinova ya Muşê jî qeyûm hat tayîn kirin û bi vê re jî qeyûm tayînî  45 şaredariyan hat kirin. Bertekên li dijî qeyûman didomin. Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan û seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî bertek nîşan dan û gotin wê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin.
 
‘Destilatdariyê tu car dest ji siyaseta zextxwiriyê berneda’
 
Şukranê bi lêv kir ku hikûmetê pêvajo wek derfet dîtiye û zextên xwe zêde kiriye û got: “Ji bo şaredariyên HDP’ê tayînkirina qeyûman didome. Çend roj beriya vê hevşaredar hatin binçavkirin, malên wan hatin texrîbkirin, di heman demê de jî qeyûm tayînê şûna wan kirin. Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya siyasî bi tu awayî dest ji êrîşên xwe bernade.”
 
‘Bi hilbijartinan negirtin, hewl didin bi zorê bigirin’
 
Şukranê daxuyakirin ku desthilatdarî dixwaze bi polîtîkayên zextê gel biçewisîne û wiha got: “Hemû kesên li dijî rejîma yek mêrî têdikoşin dibin hedefa desthilatdariyê. Zext ne tenê li hember Gelê Kurd, li hember baro û odeyan jî pêk tên. Desthilatdariya siyasî tiştên bi hilbijartinê negirtin bi zor û zextê digirin. Lİ dijî van êrîşan divê hemû hêzên demokrasiyê û odeyên pîşeyî bên gel hev. Ji bilî vê jî rêbaz tune.”
 
‘Girtinên dijhiqûqî ji gel tên veşartin’
 
Elîfê jî bertek nîşanê rewşê da û got: “Daxwaza desthilatdariyê eve ku bi ser malên HDP’ê bigirin, malên wan lêgerîn bikin û HDP’iyan sûcdar nîşan bidin û partiyê wek îlegal nîşan bidin. HDP partiyek legal e. Partiyeke gel e û li meclîsê ye.”
 
‘Em ê heta dawî têbikoşin’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdarî dijminahiya li hember jinan jî rêxistin dike û got: “Desthilatdarî li dijî tevgera jinan ditirse û berê xwe dide wan. Bi qeyûman şaredariyan dagir dikin û stargeh û saziyen jinan digirin. Bêguman piştevaniya jinan desthilatdariyê ditirsîne. Lê îradeya gel nikare tune bê hesibandin. Em ê li dijî qeyûman di her cureyê têkoşînê de cih bigirin. Heta em mafên xwe negirin em ê têbikoşin.”