Saliha Aydenîz: Divê em li dijî êrîşên topyekun bibin bersiv

  • 09:18 22 Gulan 2020
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wiha got: “Li dijî Kurdan her tim êrîşek nû dikin dewrê. Armanca wan ev e ku êrîşî nirxên Gele Kurd bikin. Li her çar alî li hember Kurdan êrîşên topyekun pêk tên. Divê em bi hev re ji vê re bibin bersiv.”
 
Hevsroka Giştî ya Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) Salîha Aydenîz, polîtîkayên li hember Kurdan yên demên dawî ku di pêvajoya vîrusê de jî berdewam kirin nirxand.
 
‘Dijminahiya li hember Kurdan sînoran nas nake’
 
Salîhayê bi lêv kir ku AKP û MHP’ê stratejiya xwe ya yekbûnê li ser dijminahiya Kurdan xistiye dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hilbijartinên Hezîrana 2015’an şûnde desthilatdariyê li hember Kurdan xesp daye destpêkirin. Astengiya herî mezin ya li pêş demokrasiyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. AKP û MHP dizanin ku yekane riya demokratîkbûnê tevgera Kurd pêk tîne û ji ber vê êrîşê Kurdan dikin. Hebûna gelê Kurd, pêşiya aştî, demokrastî û jiyanek wekhev vedike. Ji ber vê jî rastî êrîşên bê sînor tên. Dijminahiya li hember Kurdan êdî sînoran nas nake. Kurd bi teşeyên êrîşên cuda re tên rû hev lê armanc hemane.”
 
‘Her tim plana komkujiyê xistin dewrê’
 
Salîhayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku êrîşa li hember goristanan jî parçeyeke polîtîka tunekirinê ye û wiha berdewam kir: “Hîna jî goreke Şêx Saîd wan tune. Her wiha cenazeyê niha bi PTT’ê dişînin. Êrîşê goran dikin. Ev ne tiştekî nûye. Ev berhema zîhniyetekê ye. Her tim bi rêbazên cuda planên komkujiyê li dijî Kurdan xistin dewrê. Bêguman qeyûm jî parçeyeke vê polîtîkayê ne.”
 
‘Armanca wan ev ku êrîşî nirxên Gelê Kurdbikin’
 
Salîhayê her wiha daxuyakirin ku Tirkiye dewleteke mêtîngere û her tim mîlîtarîzm, zayendperestî, faşîzm derxistiye pêş û got ger xeteke hevpar a têkoşînê neyê avakirin, li dijî êrîşan nirx neyên parastin û wê ev pêkanîn jî bidomin. Salîhayê got: “Li dijî Kurdan dijminahiyek heye. Bi hatina qeyûman re em vê dibînin. Ewil tabelayên Kurdî hatin daxistin û bi hinceta tîpên Q.W êrîşên goran kirin. Armanca wan eve ku bi nirxan li gelê Kurd bixin. Bi êrîşên li hember goran dijminahiya AKP û MHP’ê ya li hember kurdan carek di aşkera hatiye dîtin. Ev jî di esasê de nîşan dide ku zîhniyeta DAIŞ’ê tê parastin.”
 
‘Dixwazin bi ranta siyasî bidest bixin’
 
Salîhayê bi lêv kir ku êrîşên li hember Kurdan sînoran nas nakin û ev tişt bi lêv kir: “Li her çar alî li hember Kurdan planên tunekirinê tên kirin. Zîhniyeteke ku tehemulê Kurdan nake heye. Desthilatdariyê vîrus ji xwe re kir derfet û hewl da vegerîne ranta siyasî. AKP wek wesayîteke ku frena wê teqya ye ber bi jêr ve diçe. Divê em li dijî van êrîşên topyekun bi yekitiya topyekun bersivê bidin. Em wek DBP û HDP em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê destur nedin polîtîkayên qeyûm, mekanîzmayên darbeyê.”