Pervîn Bûldan li Almanayayê ye: Rojeva sereke tecrîd e

  • 12:13 8 Gulan 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê li Almanyayê bi gelek partiyên siyasî hat gel hevdu û mijarên wekî grevên birçîbûnê, tecrîd û hilbijartinê girtin dest. 
 
Bernameya Almanyayê ya Pervîn  Bûldan, şandeya bi wê re û gelek partiyên siyasî yên Almayayê didome. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Nûnerên Almayayê Eyup Dogu, Faysal Sariyildiz, Leyla Îmret jî li gel Pervîn Bûldan beşdarî bernameyê bûn. 
 
Pervînê û şandeya bi wê re do bi Seroka Partiya Demokrat a Civakî ya Almanyayê  Andrea Nahles, bi Serokê Partiya Çep a Almanyayê Bernd Riexinger, bi Serokê Partiya Çep a Ewropayê Gregor Gysi, bi Alîgirê Giştî yê Yeşiller Cem Ozdemir, bi Berdevkê Ciwanan Max Lucks hat gel hevdu. 
 
Dê Pervînê û şandeya bi wê re îro bi Wezîrê Dewleta Almanyayê Nils Annen bên gel hevdu. Piştî hevdîtinan dê Pervînê vegere Tirkiyeyê.