Li Wanê ji bo Rojînê belavok hatin belavkirin

  • 20:21 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN – Ji bo Rojîn Kabaîş ku bi rojane windaye, bi pêşengiya TJA’yê li Wanê belavok hatin belavkirin.
 
Ji bo xwendekara zanîgeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê de ye windaye, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda bajar belavok hatin belavkirin. Hevserokên DEM Partî yên navend û navçeyan yên Wanê, parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mahmut Dîndar tevli belavkirina belavokan bûn.
 
Di belavoka ku wêneyê Rojînê li ser bû, nivîsa ‘Rojîn li ku derê ye?’  lê nivîsîbû li gelek nokteyên bajar hat belavkirin û ji bo dîtina Rojînê bang hat kirin.