Pervîn Bûldan li Almanayayê ye: Rojeva sereke tecrîd e 2019-05-08 12:13:24   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê li Almanyayê bi gelek partiyên siyasî hat gel hevdu û mijarên wekî grevên birçîbûnê, tecrîd û hilbijartinê girtin dest.    Bernameya Almanyayê ya Pervîn  Bûldan, şandeya bi wê re û gelek partiyên siyasî yên Almayayê didome. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Nûnerên Almayayê Eyup Dogu, Faysal Sariyildiz, Leyla Îmret jî li gel Pervîn Bûldan beşdarî bernameyê bûn.    Pervînê û şandeya bi wê re do bi Seroka Partiya Demokrat a Civakî ya Almanyayê  Andrea Nahles, bi Serokê Partiya Çep a Almanyayê Bernd Riexinger, bi Serokê Partiya Çep a Ewropayê Gregor Gysi, bi Alîgirê Giştî yê Yeşiller Cem Ozdemir, bi Berdevkê Ciwanan Max Lucks hat gel hevdu.    Dê Pervînê û şandeya bi wê re îro bi Wezîrê Dewleta Almanyayê Nils Annen bên gel hevdu. Piştî hevdîtinan dê Pervînê vegere Tirkiyeyê.