Li Amedê hevserokên şaredariyan mazbatayên xwe girtin

  • 17:18 15 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AMED - Endamên Meclîsên Şaredariyê û Hevserokên Kayapinar, Yenişehir, Hezro û Pîranê mazbatayên xwe girtin. 
 
Endamên Meclîsên Şaredariyê û Hevserokên Kayapinar, Yenişehir, Hezro û Pîranê mazbatayên xwe girtin. 
 
Kayapınar
 
Hevserokên Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz û Necatî Ozpirinçogulari û endamên meclîsa şaredariyê mazbatayên xwe girtin. Kezibanê got:"Şaredariyên me di 2016'an de hatin xespkirin û niha jî bi destê YSK'ê tê xespkirin. Gelê me dê li dijî lîstikan li berxwe bide, dê hesabê bêhiqûqiyê bipirse."
 
Yenişehir
 
Li Yenişehirê Belgin Diken û endamên meclîsê mazbatayên xwe girtin. Hevserok İbrahim Çiçek ji ber KHK'ê mazbataya xwe nestend. Piştî mazbatayê dest bi peywirê hat girtin. 
 
Hezro
 
Li Hezroyê Hevserokên şaredariyê Ahmet Çevik û Gulistan Ekti û endamên meclîsê mazbatayên xwe girtin. Hevserokên ku hatin avahiya şaredariyê pîrozbahiya gel qebûl kirin û dest bi peywira xwe kirin. 
 
Pîran
 
Hevserokên Şaredariya Pîranê Felat Aygoren û Yasemin Uçer û endamên meclîsa şaredariyê mazbatayên xwe girtin. Hevserokên ji gel re spas kirin piştî mazbata girtin dest bi peywira xwe kir.