Li Amedê hevserokên şaredariyan mazbatayên xwe girtin 2019-04-15 17:18:43   AMED - Endamên Meclîsên Şaredariyê û Hevserokên Kayapinar, Yenişehir, Hezro û Pîranê mazbatayên xwe girtin.    Endamên Meclîsên Şaredariyê û Hevserokên Kayapinar, Yenişehir, Hezro û Pîranê mazbatayên xwe girtin.    Kayapınar   Hevserokên Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz û Necatî Ozpirinçogulari û endamên meclîsa şaredariyê mazbatayên xwe girtin. Kezibanê got:"Şaredariyên me di 2016'an de hatin xespkirin û niha jî bi destê YSK'ê tê xespkirin. Gelê me dê li dijî lîstikan li berxwe bide, dê hesabê bêhiqûqiyê bipirse."   Yenişehir   Li Yenişehirê Belgin Diken û endamên meclîsê mazbatayên xwe girtin. Hevserok İbrahim Çiçek ji ber KHK'ê mazbataya xwe nestend. Piştî mazbatayê dest bi peywirê hat girtin.    Hezro   Li Hezroyê Hevserokên şaredariyê Ahmet Çevik û Gulistan Ekti û endamên meclîsê mazbatayên xwe girtin. Hevserokên ku hatin avahiya şaredariyê pîrozbahiya gel qebûl kirin û dest bi peywira xwe kirin.    Pîran   Hevserokên Şaredariya Pîranê Felat Aygoren û Yasemin Uçer û endamên meclîsa şaredariyê mazbatayên xwe girtin. Hevserokên ji gel re spas kirin piştî mazbata girtin dest bi peywira xwe kir.