Hevserokên Cizîrê û Gimgimê mazbatayên xwe girtin

  • 12:24 8 Nîsan 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Hevserokên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu mazbatayên xwe girtin. Her wiha Hevserokên Şaredariya Gimgima Mûşê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin jî mazbatayên xwe girtin. 
 
Hevserokên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu mazbatayên xwe girtin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr mazbata da û got:"Ez vê mazbatayê di şexsê Leyla Îmret e didim Bêrîvanê. Em hêvî dikin bi gel re ew ê karên xweştir bê kirin. Bila li ser xêrê be."
 
Mûş 
 
Hevserokên Şaredariya Gimgima Mûşê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin jî mazbatayên xwe girtin. 
 
Piştre Ulku û Mahmut ji aliyê gelek kesî ve hatin pîrozkirin.