Hevserokên Cizîrê û Gimgimê mazbatayên xwe girtin 2019-04-08 12:24:48   ŞIRNEX - Hevserokên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu mazbatayên xwe girtin. Her wiha Hevserokên Şaredariya Gimgima Mûşê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin jî mazbatayên xwe girtin.    Hevserokên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu mazbatayên xwe girtin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr mazbata da û got:"Ez vê mazbatayê di şexsê Leyla Îmret e didim Bêrîvanê. Em hêvî dikin bi gel re ew ê karên xweştir bê kirin. Bila li ser xêrê be."   Mûş    Hevserokên Şaredariya Gimgima Mûşê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin jî mazbatayên xwe girtin.    Piştre Ulku û Mahmut ji aliyê gelek kesî ve hatin pîrozkirin.