Li Amedê 490 hezar û 115 hilbijêran dengê xwe dan HDP'ê

  • 14:52 3 Nîsan 2019
  • Ramyarî
 
AMED - Li gorî encamên hilbijartinê yên rast ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, ji 824 hezar û 827 hilbijêrên çûn ser sindoqan, 490 hezar û 115 jê dengên xwe dan HDP’ê. Ji sedî 21.40 hilbijêr jî, neçûn ser sindoqan.   
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr Amedê, encamên rast ên hilbijartinê yên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê eşkere kir. Li bajêr ku mîlyonek 49 hezar û 462 hilbijêr hene, 824 hezar û 227 hilbijêran dengên xwe dan. Bi giştî dengê 779 hezar û 513 hilbijêran hatin betalkirin  
 
Li bajêr HDP 490 hezar û 115, AKP 241 hezar û 562, Partiya Saadetê 15 hezar û 789, CHP’ê 14 hezar û 311, DSP 4 hezar û 764, Partiya Tirkiye ya Serbixwe hezar û 426, TKP 926, Partiya Vatan 522 û 5 kesên weke serbixwe ketin hilbijartinê jî bi giştî 10 hezar û 98 deng girtin. 
 
Li tevahiya bajêr bi giştî 78.60 deng hatin dayîn. Bi vê yekê re ji sedî 21.40 hilbijêr neçûn ser sindoqan.