Li Amedê 490 hezar û 115 hilbijêran dengê xwe dan HDP'ê 2019-04-03 14:52:37     AMED - Li gorî encamên hilbijartinê yên rast ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, ji 824 hezar û 827 hilbijêrên çûn ser sindoqan, 490 hezar û 115 jê dengên xwe dan HDP’ê. Ji sedî 21.40 hilbijêr jî, neçûn ser sindoqan.      Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr Amedê, encamên rast ên hilbijartinê yên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê eşkere kir. Li bajêr ku mîlyonek 49 hezar û 462 hilbijêr hene, 824 hezar û 227 hilbijêran dengên xwe dan. Bi giştî dengê 779 hezar û 513 hilbijêran hatin betalkirin     Li bajêr HDP 490 hezar û 115, AKP 241 hezar û 562, Partiya Saadetê 15 hezar û 789, CHP’ê 14 hezar û 311, DSP 4 hezar û 764, Partiya Tirkiye ya Serbixwe hezar û 426, TKP 926, Partiya Vatan 522 û 5 kesên weke serbixwe ketin hilbijartinê jî bi giştî 10 hezar û 98 deng girtin.    Li tevahiya bajêr bi giştî 78.60 deng hatin dayîn. Bi vê yekê re ji sedî 21.40 hilbijêr neçûn ser sindoqan.