‘Baş e ku min têkoşîn daye’

  • 09:23 13 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Jina bi navê Zeynep Bayat a ji aliyê hevjîn û malbata hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat, tevî xizanî û nebûna xanî, serî li dijî şîdetê netewand û ji bo xwe û zarokên xwe jiyanek nû ava kir. Zeynebê diyar kir ku ji bo vê bi şev û bi roj xebitiye û bi lêv kir ku ew dibêje baş e ku têkoşîn daye.
 
Jina bi navê Zeynep Bayat tevî her tiştî li ser piya sekiniye û ji xwe re jiyanek nû ava kiriye. Di 17 salî de hatiye zewicandin û ji aliyê mêrê pê re zewiciye û malbata wî ve bi salan rastî şîdeta sîstematîk hatiye.
 
‘Em du salan di konteynirê de man’
 
Zeynebê wiha domand: “Min îtîraz kir ez rastî şîdeta derûnî hatim. Ez bi zarokên min tehdîd kirin. Heta erdhêjê em 5 salan bi hev re jiyan. Piştî erdhêjê min kon veda. Piştre min nexwest ez ligel wan bijîm. Ewil li dijî vê derketin lê min qebûl nekir. Hevjînê min ji konê me veqetya lê ez û zarokên xwe derneketin. Em di kon de man.Em piştre çûn konteynirê. Em du salan di konteynirê de man. Em li taxa Suphan li xaniyekî bi ax de bicih bûn. Min paqij kir û em ketinê.”
 
‘Baş e ku min têkoşîn da’
 
Zeynebê destnîşan kir ku wê bi paqijiyê debara xwe kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyan xweş e. Em hemû zehmetiyan dikşînin. Em diwestin. Lê jiyan bi nirx e. Divê em ji bo jiyanê têbikoşin. Di zewaca min de gelek caran rûmeta min şikiya. Ez avêtim kolanan. Min hewl da întîxar jî bikim. Lê min têkoşîn da. Bêguman ev ne hêsan bûn. Mirov divê têbikoşin ku serkeftinê bi dest bixin. Ez heta 02.00’ê şevê berhemên karê destan çê dikim. Ez sibehê radibim kêfxweş im. Aramî di mala min de heye. Ez niha li jiyana xwe dinêrim, dibêjim baş e ku min têkoşîn daye.”