'3 sal jî derbas bibe 3 sedsal jî derbas bibe wê neyê jibîrkirin'

  • 09:06 10 Kanûn 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Cenazeyê du birayan ên di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de di bodurman de hatin qetilkirin a Adîl li Şirnexê ya Egît jî li Cizîrê hat definkirin. Nafiye Kuçuk diyar kir ku ew dixwaze cenazeyên zarokên wê li Cizîrê bên definkirin û wiha got: “Em her tim ser bilind in. Tiştên li Cizîrê hatin jiyîn ne 3 sal 3 sedsal jî derbas bibe wê neyên jibîrkirin.”
 
Di qedexeya derketina derve ya Cizîra Şirnexê de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de 3 sal derbas bû. Qedexe heta 1’ê Adara 2016’an berdewam kir. Di 79 rojan de bi giştî 66 endamên YPS’ê û 2013 sivîlî jiyana xwe ji dest da. Du birayê bi navê Egît û Adîl ku Cizîr terk nekirin jiyana xwe ji dest dan. Malbatê cenazeyên her du birayan dît û 3 sal e li cihên cuda definkirîne. Nafiye Kuçuk bi lêv kir ku ne 3 sal 3 sedsal jî derbas bin wê tiştên li Cizîrê hatine jiyîn neyên jibîrkirin.
 
Egît û Fadil (Adîl) jî wek dehan kesî di bodruman de hatin qetilkirin. Dayika wan Nafiye ji wê rojê de ji bo zarokên xwe têdikoşe. Nafiye ji bo zarokên xwe xilas bike bi dehan carî bi alên spî ket nav pevçûnan û piştî her du kurên wê jiyana xwe ji dest dan jî têkoşîna xwe berdewam kir.
 
‘Me bi dehan carî hewl da em bikevin bodruman’
 
Nafiyê daxuyakirin ku jinên wê demê xwestin zarokên xwe bigirin, bi dehan carî hatine astengkirin û birine qerekolan û wiha pê de çû: “Kurê min Egît leşker bû. Ji ber derûniya wî ne baş bû şandibûn Cizîrê malê. Piştî hat malê mehek şûnde qedexeyê dest pê kir. Dema qedexeyê dest pê kir ne li malê bû. Em lê geriyan me got ‘bê malê’ lê got ez hevalan tenê nahêlim. Piştre me dît ku mirov di bodruman de ne. Di qedexeyê de birayê wî Adîl birîndar bûbû. Me xwest em biçin cem wî. Min dixwest ez kurê xwe bibînim. Em dayikên Aştiyê hatin cem hev û me xwest em biçin cihê bodruman. Lê polîsan gaz avêt. Telefonên me girtin, lêgerîn kirin û binçav kirin. Me tirkî nizanibû. Min hewl da ez derdê xwe ji wan re bêjim. Min got ez dixwazim kurên xwe bînim. Lê gotin ‘hemû PKK’î ne’ destûr nedan. Bi devê xwe gotin ‘hemû kuştine’.Em wê şevê li qerekolê man. Navnîşanên me girtin. 250 TL cezayê pere birîn. Roja borî me di televîzyonê de navê kurê min Adîl dît. Fadil Kuçuk jî wek birîndar derbas dibû. Em êdî nikaribûn bisekiniyan. Nasnameya wî jî ligel min bû. Em çûn şaredariyê. Faysal Sariyildiz jî li wir bû. Di destê me de alên spî hebûn. Em çûn Kolana Nisêbînê. Dora me girtin. Dijûn kirin. Gotin ‘me bombe avêtine bodruman her kes miriye’.”
 
‘Her du kurê min jî jiyana xwe ji dest dan’
 
Nafiyeyê daxuyakirin ku ji bo zarokên xwe gelek hewl daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi Esmer Tunç re li ber şaredariyê sekinîn. Em li ambulansan geriyan. Em bi şev û roj sekinîn. Dengê teqînê hat. Bodrum şewitandin. Me agahî ji wan negirt. Bavê wan ji bo mînaka xwînê çû Mêrdînê. Hefteyek şûnde mînaka xwînê ya Adîl re girt. Me cenazeyê wî ji Sîlopiyê girt. Me bir Şirnexê. Dozger nehişt em bibin Cizîrê.”
 
‘Destên me sax be me kuştin’
 
Nafiyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dema şîna me berdewam dikir me cenazeyê Egît dît. Me heman zilm carek din kişand. Cenaze li morgê bû. Hemû cenaze di poşetan de bûn. Hejmar li ser bûn. Polîs hat got ‘Adîl Kuçuk’. Êdî min xwe nedît, ez ji ser xwe çûm. Min ji xweda xwest ku ew jî heman êşê bikşînin. Di navbera xwe de dikeniyan. Digotin ‘destê me saxbe me hemû kuştin’. Me Egît min anî şuşt. Mele got ‘ew şehîd in hewce bi şuştinê tune ye’. Roja din qedexe rabû. Ev sê sal e em ji bo Egît diçin Şirnexê. Nahêlin em cenazeyê Adîl ji Şirnexê bînin. Ev sê sal e ji hev cuda ne. Ez zarokên xwe û wan ciwanan ji bîr nakim. Ne 3 sal 3 sedsal jî derbas bin em wan rojan ji bîr nakin. Hêrsa me her diçe mezin dibe. Em ê di riya wan de bimeşin.”