Munevver a li dijî şîdetê piştgirî girt niha hêzê dide jinan

  • 09:13 8 Kanûn 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Munevver Sonmez ku bi mêrê ku bi xwişka wê re hatibû zewicandin re hat zewicandin, rastî şîdeta sîtematîk hat. Munevver piştî VAKAD nas kir her tişt guherî. Munevver heta komele hat girtin di komeleyê de xebitî û piştgirî da jinan.
 
Çîroka Munevverê wiha ye: “Xwişka min bi mêrekî jê mezintir re hat zewicandin. Şeva dawetê mêr bi qêrîn hat mala me. Xwişka min lêdan xwaribû. Mêr digot ‘ne keç e’. Dê û bavê min matmayî man. Mezinên malbatê hatin. Rewşa me ya aborî ne baş bû. Bavê min got divê tu li şûna xwişka xwe bizewicî. Min qebûl nekir. Wan jî got wê xwişka min a biçûk bizewicînin. Ji neçarî min qebûl kir. Ez rastî şîdetê hatim. Em rastî îstîsmarê hatin.”
 
‘Min serî li VAKAD’ê da’
 
Munevver piştî şîdetê li Wanê diçe nexweşxaneyê û piştî diyaloga bi doktor re Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) nas dike. Munevver wiha dibêje: “Ez 7 salan wek dildar lê xebitîm. Min gelek jin nas kir. Min dît ku ez ne tenê me. Min xwe xurt hîs kir. Ez niha piştgiriyê didim jinên rastî şîdetê hatine.”
 
Munevverê daxuyakirin ku naskirina VAKAD’ê jiyana wê guheriye û wiha pê de çû: “Me di têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinê de gund tercih dikirin. Qada xebata min jî gund bûn. Min wisa tercih dikir. Jin li van deran pir zêde pirsgirêkan dijîn. Me gelek serlêdan digirt. Lê bi KHK’ê tora piştevaniya me hat girtin.”
 
Munevverê di dawiyê de wiha got: “ 25 salan zewicî mam. Min doz vekir. Zarokan gotin ‘tu yê ji vê saetê şûnde çi bikî’. Lê ez vê dibêjim;Biryara têkoşînê ne dereng e. Divê em bixwe bawer bin.”