Jina ku li dijî tunekirin û asîmîlasyonê serî hilda: Husnugul Kalkan

  • 09:08 26 Mijdar 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Husnugul Kalkan (52), ji gundê Barman ê girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê ye û ji ber cerdevaniyê hatiye li navenda Mêrdînê di nava xizaniyê de dijî û wiha dibêje: "Ez ji bo ku bibêjim li vir im bûm Dayika Aştiyê. Ji bo ku dijmin bizanibe her zilma ku li me dikin vediguhere berxwedanê. Planê wan ê têkbirinê me bêhtir ber bi têkoşînê ve dibe."  
 
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Husnugul Kalkan(52), ji gundê Barman ê girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê ye, di salên nodî de dewletê tim bi ser gûndê wan de girtiye  ji bo ku bibin cerdevan. Hinek ji Malbata Husnugul a ku di salên nodî de tim rastî zext û zordariyên dewletê hatine, beşdarî nava tevgera têkoşîna azadiyê dibin. Husnugul û malbata wê tim rastî êrîşên dewletê tên. Di sala 1992’an de tiyê wê yê berxwedêr jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê rewşê dewlet zêdetir li ser malbatê zextan pêk tîne û îşkence bi malbatê dike. Ji ber zexta dewletê gorima Husnugulê jî di wê demê tevlî nava tevgera têkoşîna azadiyê dibe û piştî 15 salan di sala 2014’an de li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Lê vê carê dewlet zêdetir berê xwe dide malbatê û zilmê li wan dike.
 
‘Piştî ku zarokên min hatin girtin min siyaset û HDP nas kir’
 
Husnugul û malbata wê ji bo ku nebin cerdevan neçar dimînin û gundê xwe terk dikin û li Mêrdînê bi cih dibin. Husnugul û malbata wê li Mêrdînê ji xwe re xaniyan çê dikin û dijîn. Lê belê Husnugul û malbata wê li vir jî ji zext û zordariyên dewletê xilas nabin. Piştî li Mêrdînê bi cih dibin şûnde zarokên Husnugulê tên binçavkirin û girtin. Husnugul a ku jiyana wê tim di nav zext û zordariyan de derbas dibe li Mêrdînê HDP’ê nas dike û tevlî xebatên HDP’ê dibe. Husnugulê anî ziman ku piştî zarokên wê tên girtin ew HDP’ê nas dike û wiha got: “Li vir jiyan li me herimandin. Em tu carî ji zext û zordariyên dewletê xilas nedibûn. Her roj dihatin li ser malên me de digirtin. Lê me tu carî li ber van êrîşan serî netewand. Piştî ku zarokên min hatin girtin min siyaset û HDP nas kir. Ez wê demê tevlî xebatên HDP’ê bûm. Ji wê rojê heta niha di nava xebatan de me.”
 
‘Tu carî ji şopa şehîdan venagerim’
 
Dayika Husnugul beriya ku axaftina xwe berdewam bike bêhnek fireh sitend û wiha axaftina xwe dewam kir: “Di ciwantiya xwe de min di nava xebatên HDP’ê de cih negirtibû. Piştî ku gorim û tiyê min şehîd ketin min nedixwest ku êdî tu ciwan jiyana xwe dest bidin. Lewra jî beriya pênc salan min di nava xebatên dayikên aştiyê de cih girt û bûm ‘Dayika Aştiyê’. Ez îro ji bo ku tu ciwan nemirin û tu gel zextê nebînin bûme Dayika Aştiyê. Piştî ku ez bûme dayika aştiyê kar û xebatên me zêdetir bûn. Ji ber ku em wek dayikên aştiyê pêwîst bû pêşiya vî şerî û xwînê bigirin. Lewra jî em ketin nav hewldanan. Ji bo tu tişt bi ciwan û zarokên me neyên em wek Dayikên Aştiyê bûn sîper. Ez ê tu carî ji şopa gorim û tiyê xwe venegerim û dê têkoşîna wan bi me re berdewam bike. Ji bo ev xwîn bê sekinandin em dayikên aştiyê çalakiyên cur bi cur li dar xistin û xebatên me îro hîn jî berdewam dikin. Em wek dayik tu carî dev ji xebatên xwe bernadin.”
 
‘Îro ez gelek baş fam dikim ku jin rengê siyasetê ne’
 
Husnugulê, di dewamiya axaftina xwe de got ku wê siyaset û HDP’ê bi gorima xwe nas kiriye û çîroka xwe wiha anî ziman: “Gorima min jinek hêzdar û zane bû. Ger ku îro ew nebûya îro min ê partî û HDP nas nekira. Îro gelek baş fam dikim ku jin rengê siyasetê ne. Min dît ku gorima min û tiyê min li hember dijmin serî rakir, min jî got ez ê vê têkoşîna wan bidim berdewamkirin. Em ê rojekê bimirin, lê beriya ku bimirin ji bo gelê xwe divê hin tiştan bikin û diyarî ji gelê xwe re bihêlin. Tu êrîş nikare hêza me bide sekinandin û em ê nesekinin. Îro vê têkoşînê em wek  gelê kurd bi rêve dibin. Tu civak wek gelê kurd êş nekişandiye. Kurdan gelek kuştin, qetlîam, mirin, girtin û binçavkirin dît. Lê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan. Di nav vê têkoşînê de jinan jî bi taybetî cihê xwe girtin. Ew qas bedelên ku hatine dayîn ji bo ku tu kes êdî nemirin e.”
 
‘Bi tenê tiştekî negûheriye ew jî êrîşên dewletê ne’
 
Husnugulê, di dawiya axaftina xwe de got ku beriya bibe dayika aştiyê û piştî bûye gelek tişt gûheriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mînak min têkoşîn û berxwedana gelê kurd û jinan ji nêzîk ve nas kir. Min dît ku ev rêxistin rêxistinek çiqas mezin e. Em roj bi roj xurttir dibin û têkoşîna me jî her ku diçe mezintir dibe. Ev jî nîşan dide ku me tu carî li pêşiya dijmin serî netewandiye. Ji salên nodî vir de têkoşîna me xurtir bûye û dibe. Bi tenê tiştek negûheriye ew jî êrîşên dewletê ne. Em dixwazin ku bila hemû Dayikên Aştiyê dest bidin hev, bila hejmara me dayikan zêdetir bibe. Dema hejmara me mezintir bû dê têkoşîna me jî bi pê re mezintir bibe. Ez serkeftinê ji hemû gelê kurd re dixwazim. Îro roj roja yêkitiyê û têkoşînê ye.”