‘Dereng be jî min jiyanek nû ava kir’

  • 09:06 30 Îlon 2018
  • Jiyan
STENBOL - Şîrîn Sayhan ku di bin navê berdel û hêwîyê de di temenê biçûk de hat zewicandin bi salan li dijî îşkenceyê li  ber xwe da û diyar kir ku biryara herî rast a di jiyana xwe de girtiye, ev e ku ji wê malê veqetya ye.
 
Şîrîn Sayhan di 14 saliya xwe de tê zewicandin û niha 66 salî ye. Şîrîn di seranserê jiyana xwe de li dijî zîhniyeta mêr  li ber xwe daye û ji bo birayê wê bê zewicandin bi mêrekî ku 13 salan jê mezintire re zewicandine.
 
Şîrîn wiha dibêje: “Birayê min mezin bû. 5-6 sal bû leşkerî kiribû. Ez zarok bûm. Ji bo birayê min ez kirim berdêl. Min tiştek fêm nedikir. Min ji bavê xwe re got ez naxwazim. Wî jî kulmek li ruyê min xist. Bavê min got ‘tu nikarî mêr ji xwe re hilbijêrî’.”
 
Şîrînê bi lêv kir ku ji tirsan dengê xwe nekiriye û ev tişt bi lêv kir: “Mêrê bi min re zewicî ji min gelek mezintir bû. Ez hîna zarok bûm.Ez bi şev digiriyam. Xezûrê min digot şerm e. Min digot ‘ez naçim cem’. Li ser vê 3 roj şûnde ez şandim malê. Piştre bi zextên xizman ez dîsa hatim malê. Ez ducanî mam. Hevjînê min çû leşkeriyê. Di wê pêvajoyê de min her cureyê karê giran kir. Dema ku hevjînê min hat zaroka min hatibû dinê. Em ji malê kirin der. Ez û keça xwe çûn cem dayika min. Hevjînê min keça min ya mezin jî wek min zû zewicand. Bi zorê kirin wesayîtekê û keça min birin.”
 
Şîrînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku îşkenca wî mêrî tu car nediqedya û got: “Vê carê ez bi jinekê re anîm rû hev. Em li hev kirin dijmin û ji vê kêfxweş dibû. Min jî dest bi karkeriya demsalî kir. Ez diçûm çinîna findiq û pembu. Piştî demekê jina din jî şîdet li min kir. Min hemû hêza xwe kom kir û ez ji malê veqetiyam. Biryara min ya herî baş veqetîna min bû. Min zarokên xwe girtin cem xwe û min dest bi jiyanek nû kir.”