Li bajarê qedîm ê Mêrdînê benî bi destên jinan tên çêkirin

  • 09:03 28 Îlon 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li gundê Mensûryê yê girêdayî  Mêrdînê jinan dest bi çêkina beniyan kir. Jina bi navê  Pelşîn Admîş, anî ziman ku karê wan gelek zamete û ew îsal ji ber krîza aborî gelek pirsgirêkan dijîn.
 
Bi hatina dema mahsereyan re jinan dest bi çêkirin benî bastîq û dimsê kirin. Bastîq, dims û beniyên ku piranî zivistanê tên xwarin bi dest jinan tên amadekirin. Li gundê Mensûryê yê girêdayî Mêrdînê jinên ku beniyan çêdikin derbarê karê ku dikin de agahî dan. 
 
Ji jinên ku bi destê xwe beniyên ku zivistanê wekî şêranî tên xwarin çêdike Pelşînv Admîş wiha got: “Em ji bo ku vê demsalê berhemeke baş ji rezên xwe bigirin em ji biharê de di rêzên xwe de dixebitin. Em cot dikin, di kesixînin û di pêçin. Pişte em li bendê dimînin heta ku tiriyê me çêbibe û em di vê demsalê de  dest bi mahsereyê dikin. Em di serî de tirkyê xwe kom dikin û dieçiqinîn ji bo ku em şîreya wî derbixin. Şîreya ku em ji tirî peyda dikin em dikelînin û diparzinînin. Piştre em ji  vê şîreyê dims bastîq û beniyan çêdikin.  Em bastîq û beniyan ji pelûra ku em ji şîreyê peyda dikin û ji qinên quzan ku em bi ben vedikin çêdikin. Em di serî de guzên xwe dixin avê û piştî ku hinekî kakilê wan nerm dibe em dişînin û qinên wan bi ben vedikin û em di pelûrê dadikin. Em vî karî sê caran dubare dikin. Carê kê em di pelûrê dadikin û zûha dikin piştî ku hinekî zûha bû em careke din di pelûrê dadikin.  Piştre em wan ji dar dikin û dikin pakêt. Em heta nîvro beniyan çêdikin. Piştî nîvro jî heta êvarê gûzan di bendikan re derbas dikin ji bo sibê em di pelûrê dabikin. Em heta 12’ê êvarê dixebin û serê sibehê radibin heman tiştî dikin. Em her sal benî û dimsê çêdikin.”
 
‘Ji bo çêkirinê hêz girîng e’
 
Pelşîn, di berdewama axaftina xwe de got ku her merheleyek vî karî zehmete û wiha bi lêv kir: "Piştî ku tu tirî dieçiqînî vê car ji bo ku tu şîreya xwe bikelînî tu li ber agir dîmînî. Ev çend zahmetiyên vî karê ku em dikin e. Ji bo çêkirina beniyan hêz jî girîng e. Ji ber ku dema hêz tune be benî jî baş nayên çêkirin xebateke komunal ji wan re divê bi yek kesî nayên çêkirin. Dema gûzan di ben re derbas dikî jî zahmet e . Ji ber ku tim mirov xwarî erdê dibe û ji ber vê jî pişta mirovan diêşe. Ji bilî vî karê karê malê jî heye. Heta ku tiriyê me biqede mahsere jî diqedin. Em ji bilî   beniyan, dimsê jî çêdikin. Em bastîqê jî çênakin. Lê çêkirina bastîqê ji ya beniyan zahmetir e.”
 
‘Agir bi berikên me ketiye…’
 
Pelşîn, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ew beniyan li gor daxwaza kiryarên xwe çêdikin û wiha pêl da axaftina xwe: "Çiqasî bixwazin em ewqasî çêdikin. Sîparîş tên dayîn, lê li gor salên borî kêm ev sparîş gelek kêm in. Sedema wê jî krîza aborî ye.  Îsal ji ber krîza aborî gûz û ard gellek bûha bûne. Gûzên ku me îsal kirî ne wek gûzên par nînin. Ji ber ku gûzên îsal gellek hûrin û heta em di bendikan re derbas dikin gellek zehmetiyan dikişînin. Agir bi berikên me ketiye. Ji ber krîzê em kareke zêde nakin. Sala borî baştir bû. Zêdebûna buhayê dolar bandor li me jî kir. Em dixwazin ku ev krîza aborî bi dawî bibe û di demeke  nêz de çareseriyek bê dîtin. Ji ber ku em ew qas ked didin û hemû vala diçe.”
 
‘Hemû kar bi her awayî li ser milên jina ye’
 
Pelşîn, da zanîn ku ew bi 10 jinan  beniyan çêdikin û hemû bar li ser milên jinan e û ev tişt got: “Em serê sibehê bi hev re dest bi kar dikin û heta êvarê bi hev re ne. Hemû kar bi her awayî li ser milên jinan e. Jin ji mêran zêdetir dixebitin.”
 
‘Mirov çawa bi zanibe berhemên  ji fabrîqayêne?’
 
Pelşîn, di dawiya axaftina xwe de got ku benî û bastîqên ku di fabrîqayan de tên çêkirin nebaşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di fabrîqayan de jî benî û bastîq tên çêkirin, lê tiştên ku di fabrîqayan de tên çêkirin ne organîk in. Bastîq û beniyên ku em bi destên xwe çêdikin organîk in. Ji ber ku em bastîq û beniyan ji şîreya tirî ya xwezayî çêdikin lê li fabirîkeyan şîreya şekir û bayax tê bikaranîn. Ji ber wê yên ku em bi destê xwe çêdikin bi tendirustîtir in."