Jinên Efrînê yên ku hatin koçkirin: Bêdengî erêkirina komkujiyan e

  • 09:17 11 Îlon 2018
  • Jiyan
Lilav Eli
 
ŞEHBA - Jinên ku ji Efrînê hatin koçberkirin niha li Kampa Berxwedanê ya li Fafînê bi cih bûne daxwaz dikin ku raya giştî ya navneteweyî dengên wan bibihîse. Jinên Efrînê gotin:"Hovîtiya ku li Efrînê tê kirin qey nayê dîtin? Bêdengî erêkirina komkujiyan e." 
 
Di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de gelek welatiyên ku ji Efrînê hatin koçberkirin li Herêma Şehbayê bi cih bûn. Efrîniyên ku li Kampên Serdem û Berxwedanê bi cih bûn mecbûr man ku di germahiya havînê di bin çadiran de bimînin. Raya Giştî ya Navneteweyî bêdengiya xwe ya li dijî êrîşên li ser gelê Efrînê, didomînin. 
 
Gelê Efrînê di mijara pêdiviyên bingehîn û alavên tibî de jî pirsgirêkan dijîn. Tevî hemû zehmetiyan gelê Efrînê bi hêviya ku dê rojekê vegerin ser axa xwe li berxwe didin. Jinên ku ji Efrînê hatin koçberkirin niha li Kampa Berxwedanê ya li Fafînê bi cih bûne û bêdengiya hêzên navneteweyî, parêzkarên mafên mirovan, raya giştî ya li dijî êrîşên li ser Efrînê rexne dikin û bang dikin ku Efrîn radestî xwediyên wan bê kirin. 
 
'Em ji bo rûmeta xwe li dijî hemû zehmetiyan disekinin'
 
Jina bi navê Fidan Muhemed wiha axivî:"Em li Kampa Berxwedanê gelek zehmetiyan dijîn lê em ji bo rûmeta xwe li dijî hemû zehmetiyan disekinin. Ji bo ku em bi awayekî serbilind vegerin Efrînê em li berxwe didin. Em dizanin ku em li Efrînê bimana dê dagirkeran bi awayekî hovane êrîşî me bikiran. Loma em mecbûr man ku ji ser axa xwe koç bikin."
 
'Em têk neçûn, me li berxwe dan'
 
Fîdanê da zanîn ku naxwazin hebûna Kurdan bibînin û wiha domand:"Ji bo îradeya gelê Kurd bişkînin bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kirin. Em têk neçûn, me li berxwe dan. Yên ku têk çûn dewleta tirk a ku bombe bi ser me de dibarand û çeteyên wê bû. Niha em li Şehbayê zehmetiyan dijîn. Lê şerdên zehmet ew ê nebe sedem ku em dev ji doz û têkoşîna xwe berdin. Ez bang li parêzkarên mirovan, mirovên demokrat ên navneteweyî dikim ku êdî dawî li bêdengiya xwe bînin. Ger ew bêdengiya xwe bidomînin ew ê jî bibin hevparên komkujiyan û ew ê komkujiyan erê bikin."
 
'Tiştên ku anîn serê me em ê ji bîr nekin'
 
Esmehan Muhamed a ku ji Gundê Miskê yê Navçeya Racoya Efrînê ye got:"Piştî ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin em mecbûr man ku mala xwe terk bikin. Me dawiyê agahî sitend ku TSK û OSO'yê mala me hilweşandine. Tiştên ku anîn serê me em ê ji bîr nakin. Vê hovîtiya ku anîn serê me em ê ji bîr nekin. Em bi hêviya ku em ê rojekê vegerin Efrînê dijîn. Em di wê baweriyê de ne ku kesên li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng man ew ê hesabê vê yekê bidin."
 
'Ew nikarin vîna me bişkînin'
 
Zeyneb Muhemed a ku ji Gundê Çaqalayê yê Navçeya Şiyayê ye anî ziman ku ew 6 meh in ku  li Şehbayê gelek zehmetiyan dikşînin û got:"Belê rast e em gelek zehmetiyan dikişînin. Lê ew nikarin vîna me bişkînin. Ji bo em vegerin Efrînê em zehmetiyan dijîn. Em ji axa xwe hez dikin û em axa xwe dixwazin."