Aynur ya ji her kesî re dibêje roj baş

  • 09:03 19 Tebax 2018
  • Jiyan
Dîlan Babat
 
ENQERE - Aynur Kiraç a li Pira Doksanaltilar bi kenê xwe ji her kesî re dibêje ‘rojbaş’  û boxaçayên bi xwe çêdike difiroşe.  
 
Aynur Kiraç a li ser Pira Doksanaltilar ya cihê herî qerebalix a Enqereyê ye, di saetên sibehê yên zû de tezgaha xwe vedike û poxaçayên bixwe çêdike difroşe. Aynur a bi rûkeniya xwe tê nasîn her kesî bi gotina ‘rojbaş’ pêşwazî dike û bi enejiya xwe balê dikşîne.
 
Diçe malan paqijiyê jî
 
Aynur ya 7 meh e li vir dixebite piştî şîrketa wê ya muhasebeyê îflas dike betal dimîne û di vê navberê de jî dest ji hevjînê xwe berdide û bi tena serê xwe dijî. Aynur bi pereyê qezenc dike jî li zarokên xwe dinêre. Aynur ku poxaça û karê destan yê çêdike difroşe sibehê li ser pirê tezgaha xwe vedike û piştre jî dema wê ya dimîne, diçe karê paqijiya malan dike.
 
Ewil gotin ev dîne’
 
Aynurê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew 7 meh e li wir dixebite û ji her hekî re dibêje rojbaş û wiha pê d eçû: “Ez ji bo firotina poxaçan wisa nakim. Ez ji bo mirov xweş dest bi rojê bikin wisa dikim. Ewil bi nêrîna ez dîni m li min mêze kirin. Ez dixwazim mirov hinek din xwe baş hîs bikin.”
 
Aynurê destnîşan kir ku destpêkirina xweşikahiya rojê li vir dest pê dike û got berê karê muhasebê dikir û ji ber hevjînê xwe karê xwe ji mecbûrî dest ji wî karî berdaye.
 
Aynurê ev tişt anî ziman: “Ez bi gelek kesên di ser pirê re derbas dibin re diyalogê datînim. Têkiliyek civakî dest pêkir. Ez rojekê neyêm vir her kes dipirse. Dema ku ez  wan nebînim ez jî dipirsim. Piştî min dest ji hevjînê xwe berda ez û kurê xwe tenê man. Min demek zehmet jî derbas kir. Lê min serî netewand. Em jin ne bê alternatîf in. Tenê divê em xêza xwe kîfş bikin.”