'Şêr Şêre çi jine çi mêr e'

  • 09:05 18 Tebax 2018
  • Jiyan
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Jina bi hêz û kedkar Şêxa Mihemed pembo av dide gotina helbestvkar bi bîr dixe û dibêje "Şêr şêre çi jine çi mêr e."
 
Şêxa Mihemd ku 46 saî ye ,li gundê Riguba yê girêdayî bajarê Til temirê dijî ,ji zaroktiya xwe de fêrî karê avdanê bûye û bi hezkirin karê xwe dewam dike.
 
Bi rihê hevjiyana azad di xebitin 
 
Şêxayê diyar kir ku ji zaroktiya xwe fêrî karê avadanê bûye û wiha dibêje: "Ji zaroktiya xwe ez fêrî karê avdanê bûm ,rast e zehmete lê xweş e . Piştî ku ez zewcîm jî min dest ji karê avdanê berneda ,eredê me heye û ez û hejînê xwe em bi hev re hilberînê dikin.  Ji serê sibehê heta  nîvro ez avdidim û hevjînê min jî ji  nîvro heta êvarê dewam dike. Hevbeşiya di nava jin û mêr de pîroz e."
 
'Pembo bi fêdeye lê germehî  îsal bandor lê kiriye '
 
Şêxayê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got:  "Pembo fêdeyek wî pir girîng heye cil ,zeyt ,rûn jê tê hilberandin  û qirşê pimbo em jê sûdê digirin  ji bo çêkirina nanê tenûrê û sêlê. Îsal  germahî bandor lê kiriye li gel ku em av didin û derman dikin jî lê dîsa ji germahiya zêde ne xweş e . Pembo pir av jê re pêwîst e. Jeneratorê  me heye û em jê av didin. "
 
'Divê em dest ji çandiniyê bernedin'
 
Şêxayê di dawiya axftina xwede bal kişand ser girîngiya çandiniyê û wiha got: "Çandinî di dîrokê de bi destê jinê hatiye kirin û jin heta roja îro vê diparêze.Çandinî bi fêdeye û germahiyê jî kêm dike. Ji ber vê divê em dest ji çandiniyê bernedin. "