Her devûkek jiyanek e bi devokekê astengiyan derbas bike

  • 09:08 11 Tebax 2018
  • Jiyan
Zeynep Durgut 
 
COLEMÊRG-Li navçeya Colemêrgê Zîlan Baykan  bi komkirina devokên bîdonan piştgiriyê dide  welatiyên astengdar. Zîlanê heyanî niha 18 hezar devok kom kirine û armanc dike ku hejmarê derxine 50 hezarî. 
 
Li Tirkiyeyê kampanyaya 'Devokên şîn' berdewam dike. Kampanyaya ku bi dirûşma ' Bi devokekê astengiyan derbas bike' dest pê kirî ji  aliyê welatiyên hêstiyar ve didome.  Li navçeya Gevera Colemêrgê Zîlan Baykan ji  bi komkirina devokên şûşeya dixwaze ji astengdaran re bibe alîkar. Zîlanê heyanî niha 18 hezar devok kom kirîne û armanc dike ku hejmara devokan derxîne 50 hezarî. Zîlanê diyar kir ku herkes dikare bi devokekî jiyanê biguhere. 
 
'Hedefa min 50 hezar devokên şîn in'
 
Zîlanê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku herkes ji derdorê berpirsyar e û got ku tenê devûkek bi hezaran hêviyan diafirîne û wiha pê de çû;"Ez bi saya hevaleke xwe fêrî vê kampanyayê bûm. Her roj em çend şûşe av vedixwîn û em li gel devûkên wan  diavêjîn û derdor bi vê yekê gelek bi bandor dibe. Bi hezaran astengdarên ku nikarin bimeşin hene. Lê em di nava rojê de qet van nabînîn û em ji bo van tiştekî nakîn. Ger ku mirov bi hêstiyarî tevbigere, bi rastî pir tişt hene ku mirov bike. Divê  ku dewlet ji welatiyên astengdar ên ku nikarin bimeşin re sandalye bistîne. Lê mixabin di welatê me de tiştek wisa tune ye. Ji bo ku tune ye ev kampanya hatiye destpêkirin. Her sal 50 ton berhemên ji plastîkan tên çêkirin û gelek ji van jî wek qirêj derdikeve. Hedefa min ew e ku ez hejmara devokan bikim 50  hezar. ji ber ku  ji  bo 50 hezar devokan kursiyekê didin. "
 
'Bi devokekî astengiyan derbas bike'
 
Zîlanê bi lêv kir ku li hemberî astengdaran mirov bi hêstiyar tevnagerin û wiha domand:"Li Tirkiyeyê evqas astengarên ku nikarin bimeşin hene, lê mixabin kursiya wan a bi teker tune ye. Ev pirsgirîkeke mezin e. Gava ku ew ava em vedixwîn em dikarîn devûkên wan kom bikîn ji bo ku ew wekî jiyaneke nû li me vegerin. Li hemberî derdorê jî divê civak hestiyar be.  Ez dev ji komkirina devokan bernadim. Komkirina her devokekê gelek girîng e. Em dikarîn bi hev re kom bikîn. Bi devûkekê astengiyan derbas bike."