Gundî ava baranê ya bîrê bi kar tînin

  • 09:08 6 Tebax 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Gundiyên Çaleyê yên herêma Omeryan a Nisêbînê, tevî ava kişandine mala wan, kevneşopiya xwe ya berê ya ava bîrê didomînin.
 
Gundiyên Çaleyê yên herêma Omeryan a Nisêbîn a Mêrdînê,  ji sala 1980’ê heta niha ava bîrê bi kar tînin. Gundiyên vê kevneşopiya xwe berdewam dikin, li şûna ava kişandine mala wan, ji bo hewcedariyên xwe avê ji bîrê dikişînin.
 
‘Ava bîrê baştir e’
 
Selma Akbudak diyar kir ku ava bîrê baştir e û got di baxçeyê her malê de an jî li ber deriyan bîrek heye û wiha pê de çû: “Dê û bavên me ev bîr vedane. Wan deman derfet kêm bûn. Derfetê kişandina avê tunebûn. Wan jî bîr vedane. Ji ber gund li ser gir e, li her baxçeyê malekê bîr  hatiye vedan. Av hat kişandin jî me bîrên xwe negirtin.”
 
Paqij û baştir e
 
Selmayê bi lêv kir ku di mehên bihar û zivistanê de bîr bi ava baranê tije dibin û wiha got: “Em avê ji bo baxçeyê xwe jî bi kar tînin. Ava bîrê gelek paqij e. Em ê vê kevneşopiya xwe heta dawî bimeşînin.”