Li Licê sê nifş: Şahida zilmê kirdeya berxwedanê

  • 09:07 5 Tebax 2018
  • Jiyan
AMED - Jinên di salên 90’î de li dijî polîtîkayên zilm û îşkenceyê berxwe dan, îro jî zarokên wan li dijî zextan berxwe didin. Necla Ozer a ku şahidiya zilma salên 90’î kiriye, kur, keç û neviyê wê niha di girtîgehê de ye.
 
Yek ji navçeyên ku zext û zilma dewletê lê hat meşandin Licê bû. Necla Ozer yek ji jinên ku sahidiya wan salan kiriye. Niha keç û kurekî wê di girtîgehê de ye.
 
‘Bi zor dibû sibeh’
 
Necla ku di 10 saliya xwe de zilma dewletê nas kir wiha dibêje: “Wê demê di serdegirtinê de birayên min hatin binçavkirin. Em bûn şahidên îşkenceyên giran. Me şewitandina Licê dît. Zarokên min heta sibehê di axur de diman.  Pêvajoyek giran bû. Me nedixwest bibe şev. Heta dibû sibeh em dimirin.”
 
Bi zaroka wê re şandin girtîgehê
 
Neclayê daxuyakirin ku hîna zilm didome û piştî zilma wan dîtiye niha zarokên wê zilmê dibînin û ev tişt vegot: "Zarokên gelekî ji ber zext û îşkenceyan di girtîgehan de ne, ji welatên xwe dûr in, li çiya ne. Her hefte ez diçim girtîgeha Karabukê. Li ber derî wek dijmin li me dinêrin. Ez nexweşa dil im. Heta têm malê nayêm ser hişê xwe. Keça min 13 sal berê dema xwendekar bû tevlî meşê bûye. Zewicî zaroka wê ya 6 mehî hebû bi zaroka wê re şandin girtîgehê. "
 
Neclayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tu fêdeya AKP’a ku 16 sale desthilatdar e ji Kurdan re tune ye û got divê Kurd hemû pêkanînan bibînin û bikevin riya rast û bibin yek.