Fatma tevî zehmetiyên jiyanê li ser piya ye

  • 09:13 2 Tîrmeh 2019
  • Jiyan
Fîlîz Zeyrek
 
MÊRSÎN - Fatma Oguz ya astengdar ku li gundê Yenîbahçe li daristanekê ya Sîlîfkeyê li nêzî 50 pisîkî dinêre, diyar kir ku tevî hemû zehmetiyên jiyanê ji bo pisîkê xwe her tiştî dike. Fatmayê bi taybet bang li hezkiriyên sewalan kir û hem ji bo xwe hem jî ji bo pisîkê xwe banga alîkariyê kir.
 
Li navçey Sîlîfke ya Mêrdînê li gundê Yenîbahçe li daristanek nêzî gund, di bereqeyekê de jina 75 salî Fatma Oguz bi xwişka xwe ya 70 salî re li nêzî 50 pisîkî dinêre. Fatma di du saliya xwe de ji lingê xwe felç dibe û bi salane li pisîkên terkî qedera wan hatiye kirin dinêre. Fatma diyar dike ku carna meqerneyan çêdike carna jî nan çêdike û hem dixwin hem jî didin pisîkên xwe.
 
‘Ez êdî zehmetiyan dikşînim’
 
Fatmayê bi lêv kir ku heta hêza wê têr dike li pisîkan dinêre lê niha êdî hêza wê nemaye û wiha got: “Xwediyên pisîkan wan terk dikin. Pisîk birçî dimînin û li dora min kom dibin. Wek min pisîkên astengdar jî hene. Nikarin bimeşin, yên nabînin hene. Ez hemûyan wek hev digirim. Ez ji hemûyan hez dikim. Min nav li hemûyan kiriye.”
 
‘Yên ji serma mirin hene’
 
Fatmayê daxuyakirin ku berê carekê zewiciye û ev tişt vegot: “Ez bi mêrekî bavê 7 zarokan re zewicîm. Piştî wî jiyana xwe ji dest da, ez hatim vî xaniyê li daristanê. Bi salane ez û xwişka xwe dijîn. Min rojê zehmet jiya. Lê em îdare dikin. Ez li van sewalan mêze nekim wê hemû bimirin. Berê pisîkên min zêdetir bûn lê zivistanê ji serma mirin. Ez bang li xwediyên pisîkan dikim. Ger hûn nikarin lê binêrin, wan hînê xwe nekin û piştre terk nekin. Ji ber vê pisîk zêdetir zehmetiyan dikşînin. Ez bang li hezkiriyên sewalan dikim. Werin em bi hev re xwedî lê derkevin. Hêza min têr nake.”