Jin li ser erdê zebaşan e

  • 09:10 2 Tîrmeh 2019
  • Jiyan
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di mehên havînê de piştî nok û genim niha jî çapa berhemên wek zebeş û petêxan dest pê kir. Jin li ser erdan çapê dikin û nêzî du meh şûnde wê zebeş bên komkirin.
 
Li herêmê li gelek deverî zebeşê ku herî zêde bi Amedê navdar e tên çandin. Çapa zebeşan li Mêrdînê dest pê kir. Zebeş ji ber barana Nîsanê dereng hatin çandin û niha çapa wan hatiye destpêkirin û piştî avdanê wê di meha îlonê de bên komkirin.
 
Jina bi navê Fatma Akay ku bi salane li ser erdê zebeşan dixebite, diyar kir ku îsal ji ber baranê dereng çandinî kirine û wiha got: “Bi jinan re ev bi rojane em çapê dikin. Salên borî me zûtir fêkiyên xwe diçandin. Lê îsal çapa me dereng ket. Ji ber baranê bû. Em 20 jin bi hev re dixebitin. Em saet di 5’an de radibin û di 1’ê de diqedînin.”
 
‘Du meh şûnde wê bê komkirin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku zebeşê wan organîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zebeş û petêxên me organîganik in. Piştî çapê em av didin. Du meh şûnde jî em ê kom bikin. Her çiqas navê vir derneketibe jî zebeşên vir gelek zêde ne. Em her sal vî karî dikin. Em nîvê berhemên xwe difroşin û nêvî jî ji xwe re vediqetînin."
 
Keda jinan mezin e
 
Fatmayê bi lêv kir ku 5 rojên din karê wan maye û piştî vê wê çape biqede û wiha dawî lê anî: “Wek her karî ev kar jî dikeve ser milê jinan. Ev çape nebe berhemek baş dernakeve. Wê hemû birize. Di komkirinê de jî jin dixebitin. Keda jinan di vir de jî gelek zêde ye.”