ETÎ Bakir A.Ş'yê erdê gundiyan li wan qedexe kir

  • 09:13 30 Hezîran 2019
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li Şemrexê, xebatên kargeriya madenê ya aydê Etî Bakir A.Ş’yê xebatên kolandinê ya li ser erdê gundiyan didomîne. Li qadê tabeleya ‘qada şantiyê ye’ hat daliqandin û gundiyan diyar kirin ku çûyîna ser erdê wan li wan hatiye qedexekirin.
 
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê xebatên fosfatê yên Etî Bakir ya A.Ş’ê welatiyên herêmê mexdur dike. Di Tîrmeha 2017’an de piştî taybetkirina hat kirin, kana madenê ket destê Cengîz Holdîng û bi vê re jî ji bo welatiyan teblîgata ‘Mal û mêrgên xwe vala bikin’ hatibûn şandin. Gundiyan piştî teblîgatê doz vekirin û di mehên borî de jî kargeriyê bi kelepçeyan kolandin da destpêkirin. Piştî kolandina li ser erdên bi tapo yên gundiyan, ketina riya gundê Tezne hat girtin, nehiştin gundî bikevin qadê.
 
Her roj leşker mudaxale dikin
 
Heyeta ku berê jî ketin qada mêrgê xwestin bi kelepçeyan kolandinê bikin û di meha borî de ketin erdê çandiniyê yên welatiyê Kocakent. Ji ber tapoya erdên gundiyan hebûn û pêvajoya hiqûqî berdewam dike, gundî ketin berxwedanê. Gundiyên li dijî kolandinê derketin her tim rastî mudaxala leşkeran hatin û 28 kes hatin binçavkirin. Li erdê çandiniyê tabeleya ‘ ketina qadê qedexeye’ hat daliqandin.
 
Gundiyan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku piştî erdên çandiniyê hatine kolandin şûnde li riyên gund barîkat hatine avakirin û kargeriyê ketina erd girtine û destur nadin ketin erê.
 
Hemû keda me vala derket
 
Gundiyê bi navê Haci Otay jî destnîşan kir ku ew nikarin bikevin erdê xwe yê bi tapo û wiha berdewam kir: “Ev kolandin ji roja hatiye kirin heta niha her carê mudaxaleyê me kirin. Di rojên borî de 28 kes hatin binçavkirin. Kes dengê me nabihîze. Ewil riya gund girtin û niha nahêlin em bikevin nav erdê xwe. Me ewqas çandinî kir, keda me hemû vala derket.”